Firildeq Elî
Eşîreta Lotikxanê dest bi lotikên firotina trimbêlên super model dike. Eşîreta me ji bo xwendevanên xwe %25 erzanîyê dike.
Ne tenê trimbêl ha, na!
Heçê trimbêlekê ji me bikire, em jinek super model ji di ser re miftî belaş didin wan.
Ma ka ji vê kampanyayê xweştir babam?
Hem bibin xwedî trimbêlek buha, hem jî bibin mêrê jinek germik û nermik û super model.
Bi allahwekîl, bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed kim, hewce nake hûn li bendî horîyên bihuştê bin û temenê xwe bi xewn û xeyalan bibihurînin. Jina ku emê wek xelat bidin we, ne li erdê peyda dibin, ne jî li ezmanan.
Îcar hûn zanin qurban…
Heke we trimbêlek ji me kirî, ji xwe hûnê kêfa li ser kêfê bikin. Hem hûnê li trimbêla xwe siwar bên, hem jî li jinka xwe. Bi dîn û îman hûnê li emrê çûyî poşman bibin û hûn sax..
Û heke we trimbêl nekirî jî, ji vî ve û xelas…
Haaaaa, jina ku emê wek xelat bidin we, xwedîyê motorek turbo dîzel e û 500 pîyes e, ango hêza wê wek hêza 500 bergîlan xurt e.
Îcar hûn bi qîma xwe ne wesselam…
Em Kurd çi dixwazin?
Mîrê me mîrkutek li nav serê PDK û YNK xist
Dîko qezenc kir, Jin, Jîyan, Azadî têk çû