Wê çi profesor jê derkeve, hehey!

Hesen Keleş

Lotikvana nermik û xweşik Angelîna Jolîe, yek ji jinên herî bedew, seksî, dilpak û mirovperwer tê hesibandin. Her çiqasî di van salên dawîyê de pir jar bûye, ji taqat ketiye û nîşanên nexweşîyên xirab pê re dixuyên jî, xanimê dîsa jî tê xwarin û girêza devê zilaman metrokê diherikîne.

Jolîe xanim hem lîztikvan e, hem dê ye, hem çalakvan e.. Û niha jî erk û rolek din daye ser milên xwe. Profesorî!

Belê, Profesor Jolîe, wê di salên 2016-2017an de li Dibistana Ekonomî ya Londonê dest bi dersdayînê bike.  Jolîe, wê di vê dibistanê de li ser mijarên „Jin, aştî û ewlekarî“ yê dersên lîsansa bilind bide xwendevanên xwe. Jolîe hêvî dike ku ev bernameya lîsansa bilind ji zanîngehên din re jî bibe nimûne û dixwaze hem hîn bike, hem jî ji xwendevanên xwe hînî fikir û ramanên nû bibe.

Belê, li gor fitne û fesadên bajarê London a Brîtanyayê dibêjin, piştî ku xort û zilamên Londonê bihîstine wê Angelîna Jolîe di dibistanê de dest bi dersan bike, wek garana gund ketine dorê û navê xwe dane nivîsandin. Û hetta zilamên ku xwendin û nivîsandina wan tuneye jî ketine dora tenûra Jolîe, bes ji bo dîtina çavên xezalî û lêvên têrgoşt dixwazin wê bişopînin. Lê kes nizane ka wê di dibistanê û di dersên Jolîe de çend kes ji ber temaşekirina Jolîe xanimê bêhiş bikevin û çend kes bi xwe xweş bînin. Lê tirsek wilo heye ku bi hatina Jolîe dibistanên bajarê Londonê li ber lehîya avika xwendevanan biçe û hetta bajarê Londonê jî di bin lehîya avikê de bimîne..

Ez serê we neêşînim, xanima şekirlêvî Angelîna Jolîe (ku ji Kurdan pir hez dike û dosta Kurda ye jî) li dibistanên Londonê dibe profesor wesselam..

Heçê bixwaze rasterast wê bibîne, bibe şagirta wê û di bin masê de bi xwe xweş bîne, bela nesekine û ji niha de têkeve dora tenûra wê û hûn sax..

London

 

angelina-jolie4

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

angelina-jolie-5

About The Author