NOTE ALTERNATE CROP Mayor of London Boris Johnson salutes from the deck of the tall ship Tenacious, which is moored at Woolwich, in east London, as part of the month long Totally Thames festival.

Borîs, nayê girêdan bi ben û werîs

Hesen Keleş

Kevneşayedarê bajarê Londrayê mamê me Borîs Johnson bû wezîrê derve yê Brîtanyayê û kêfa me anî.

Piştî ku xanima germik û nermik Theresa May bû serokwezîra nû ya Brîtanyayê, taca wezîrtîya derve da Borîs Johnson û ew kir wezîrê derve yê Brîtanyayê.

Qeraseyê zilaman Borîs Johnson, dostê Kurdan e. Bi taybet ji pêşmerge û gerîllayên Kurd pir hez dike û xwîna wî pir li wan dikele.

Li gor zinêkar û esrarkêşên bajarê Londrayê dibêjin, heke Borîsê me nebûya wezîrê derve, biryar dabû ku têkeve nav refê pêşmerge û gerîllayên Kurd û bi mîrkutan rabûye ser serê zîtirkvanên DAÎŞê. Lê piştî ku bû wezîrê derve, gotiye ku ewê bi rêya wezareta xwe alîkarîya Kurdan bike û wan bi tenê nehêle.

Borîs Johnson, berî niha gotibû: “ Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, xwîna min pir li pêşmergeyan dikele. Tu dibê qey em ji dê û bavekî ne, ewqasî ku ez xwe nêzîkî wan dibînim allahwekîl“ û çûbû başûrê Kurdistanê, ketibû nav pêşmergeyan û rahiştibû keleşkofê.

Ê de rebbê alemê dostên Kurdan li Ewrûpayê zêdetir bike rebbî…

London

BORIS-JOHNSON2

About The Author