Xof êşa neteweyekê û lixwemikurhatinek e

Nivîskarê mîzahjen Devliken Kelogirî bi filmê Xofê dest bi sînemayê jî kir û vî filmê xwe wek êşa neteweyekê û lixwemikuhatinekê bi nav dike. Kelogirî diyar dike ku mijara...

Nivîskarê mîzahjen Devliken Kelogirî bi filmê Xofê dest bi sînemayê jî kir û vî filmê xwe wek êşa neteweyekê û lixwemikuhatinekê bi nav dike. Kelogirî diyar dike ku mijara filmî bêtir li ser zimanî ye û vê jî wiha rave dike: „ziman hebûna mirovî ye. Ya neteweya te diyar dike zimanê te ye“

Lîstikvan, nivîskar û çêkerê filmê Xof Devliken Kelogirî bi sputnikê Kurdistanê re derbarê xwe û filmê xwe de axivî û wiha got: „Xof êşa neteweyekê ye, ji ber vê xofê bi salan em him ji zimanê xwe tirsiyan, him ji zimanê dagirkerên xwe. Em têra xwe êşiyan“. Kelogirî diyar dike ku mijara Xofê li ser zimanî ye û wiha dibêje: „Mijar û naveroka XOFê li ser zimên e. Ziman hebûna mirovî ye. Ya neteweya te diyar dike zimanê te ye. Em kurd bi kurdî kurd in û loma jî ji ber kurdî kurd her eciqîn, her mirin, her koçber bûn. Di XOFê de em dibînin ku di kesayeta dêyekê de êşa neteweyekê derdikeve pêş çavan. Êşa ji ber tirsa zimanê dagirkeran. Êşa ji ber bêdewletbûnê. Lê em ji wê êşê bêtir diêşin dema em dibînin kurd teva ku ewqas êş kişadine ji ber zimanê dagirkeran, hîn jî li zimanê xwe xwedî dernakevin û bi eşqeke bêpîvan bi zimanê dagirkeran dijîn“.

Heta niha tu bêtir wek nivîskar derdiketî pêş ku him te du pirtûk derxistine û him jî te bi sedan nivîs di malperan de weşandine, gelo sînema ji kû derket?

Belê, lê wexta Xwedê qabîliyetên celeb bi celeb bi ser mirovî de bibarîne, dibe mirov xwe ji ber bide alî? Min jî xwe ji ber neda alî û heta min bêtir berê xwe bi jor vekir û xwe di bin de şilûpil kir.
Henek li hêlekê, jixwe di zaroktiya min de ev huner bi min re hebû. Baş tê bîra min, di şevên zivistanan de carinan wexta ez û birayê xwe yê ji min biçûktir bi hev re diçûn gund cem mala apê min, em her du radibûn, me pişta xwe dida dîwêr mîna mirov li ser şanogehekê be û seetekê-du seetan wek fîlmên şerî me bi henekî li hev dixist û şêniyên malbatê bi baldariyeke mîna li fîlmekî hollywoodê temaşe dikin, li me temaşe dikir.

xof2

Ji ber jiyaneke eşîrîtî heta hîjdeh saliya xwe jî min di xwe de nedît ez wê qabîliyetê derxim. Piştî ez hatim Stenbolê û hêdî hêdî haya min ji edebiyat û hunerê çêbû, zingînî ji serê min hat. Gavavêtina ewil min bi kovara Pîneyê avêt. Ez hîn nûhgîhaştî bûm. Min nuh kêfa xwe ji zimanê xwe re dianî û ez nuh li nivîsê sor dibûm. Di kesayeta min de qerf-mîzah hebû, cara ewil min karîkatûrek bi nivîs ji Pîneyê re çêkir û di hejmara Pînê ya wê hefteyê de wek nivîskarê mêvan, karîkatûra min li rûpelê paş derketibû. Ji kêfa serê min hindik mabû bigihêje ezmanê heftan. Û dû re bi tena serê xwe du-sê salan min xwe li zimanê xwe kir ezîzbela û ez ketim nav dil û kezeb û gurçikên zimên. Pişt re min lotikxane nas kir.Belê naskirina min a lotikxaneyê, qonaxeke nû bû û bi vê qonaxê derî li ber gelek qonaxên din vebû. Bi salan min ji Lotikxaneyê re nivîsî-hîn jî dinivîsim. Bi hêz û qewet û sûda min ji lotikxaneyê wergirt, min du kitêp çap kirin. A ewil Doxînsistîzm (Mîzaha Erotîk) a duyem jî Xwelîserîzm (Mîzaha Politîk) Herweha gelek berhemên min ên neçapkirî jî li ber destên min in. Dosyaya zûgotinokan, dosyaya Aforîzmayan, dosyaya çarînan, dosyaya helbestên erotîk û hin tiştên din.Ji bilî edebiyatê, nizanim çawa lê ez bi şewba sînemayê jî ketim û li zaroktiya xwe, li hestên berê vegeriyam. Ewil min dest bi nivîsandina senaryoyan kir. Niha li ber destê min du senaryoyên metrajdirêj û sê senaryoyên metrajkin hene ku fîlmê XOF yek ji wan e. Bi XOFê min dest bi sînemayê kir û Xwedê bibêje erê jî bibêje na jî ez ê ji nuha û şûn de edebiyat, sînema û şanoyê bi hev re bimeşînim. Piçekî dirêj çêbû ev bersiv lê dema mijar dibe kurdî û xebatên kurdî hest bi xweber bi çargavî dibezin…

Bi qasî ku tu bi nivîs û pirtûkên xwe tê nasîn, tu bêtir wek kesekî mîzahî tê nasîn lê di filmê „XOF“ê de drama, trajedî û êş bêtir xuya ye, gelo sedema vê çi ye?Mîzah û mîzahjenî di rû û zimanê xwe yê qerfî-mîzahî de herweha êş û janê jî dihewîne. Navê min Devliken e, paşnavê min Kelogirî ye. Ev bi xwe jî vê rastiyê eşkere-kifş nake? Belê ez dikenim, dikenînim, ev kenê kom dibe hemû ji ber êşa dil e. Heger dil neêşiya li ser vê tofana hestan ev govend li dar nedixist. Mîzah derûniyeke balkêş-ecêb e û têra xwe zîrekiyê dixwaze. Em mîzahjen li ser êşê bi rehetê karin hestan rakin govendê, lê nayê wê wateyê mîzahjen ne hestyar-hestdar in. Mîzahjen neêşiyana, di rewşên ewçend kambax û têrêş-têrjan de wê nikarîbûna vê trajediyê veguherînin kêfê.

Ez îja werim ser pirsa te; teva ez xwedan kesayeteke weha me, çima XOF? Xof êşa netewekê ye, ji ber vê xofê bi salan em him ji zimanê xwe tirsiyan, him ji zimanê dagirkerên xwe. Em têra xwe êşiyan, têra xwe me jan kişand. Xof, lixwemikurhatinek e. Lixwemikurhatinek e ji ber ya me dikir em zimanê me bixwe bû, lê ji tirsa zimanê dagirkeran em bi dizî bi zimanê xwe şa dibûn. Xof heyfhilanînek e, ji ber ji tirsa zimanê dagirkeran bi salan em û zimanê xwe wek du sêwiyan li ber deriyê dergeha Xwedê rûniştin; me newêrîbû li hêla hevdu bineriya. Loma xof, loma min bi xofê dest bi sînemayê kir, da ez vê xofê hilweşînim û li ser esasekî nuh kêfê biçînim.

Di filmê xwe de tu bêtir li ser zimanî û bandora wî li ser mirovî disekinî, gelo sedema vê çi ye?Belê, mijar û naveroka XOFê li ser zimên e. Ziman hebûna mirov e. Ya netewa te diyar dike zimanê te ye. Em kurd bi kurdî kurd in û loma jî ji ber kurdî kurd her eciqîn, her mirin, her koçber bûn. Di XOFê de em dibînin ku di kesayeta dêyekê de êşa netewekê derdikeve pêş çavan. Êşa ji ber tirsa zimanê dagirkeran. Êşa ji ber bêdewletbûnê. Lê em ji wê êşê bêtir diêşin dema em dibînin kurd teva ku ewqas êş kişadine ji ber zimanê dagirkeran, hîn jî li zimanê xwe xwedî dernakevin û bi eşqeke bêpîvan bi zimanê dagirkeran dijîn. Bi XOFê min xwest hin canik û camêr li xwe bizîvirin û ji xwe bipirsin bê ev çi sosret e din av de ne?

Wek nivîskarekî ku êdî dest bi sînemageriyê kiriye, gelo te çi zehmetî dîtin? Dijwariya çêkirina filman bo kurdekî çi ne?

xof

Kurdistan û kurdî ji bo sînemayê bahr e, okyanûs e. Ji bo neteweyekê danasîna herî baş bi rêya sînema-edebiyat-hinerê tê kirin. Lê mixabin, kurdên aqilê wan ji kîsê xelkê nizanin dinya ji ku tê û diçe ku. Her serê wan di nav qûmê de bi qûna xwe li derdora xwe dinêrin.
Min ev fîlm bi qeweta piyê xwe çêkir. Tevî ku ev mijar mijareke neteweyî ye jî, min nexwest herim li deriyê kesî xim, ji ber min baş zanîbû ew kesên di şevekê de karin deh hezar dolar xerç bikin, ji bo hezar dolarî destê xwe naavêjin bêrîka xwe. Loma min deyn kir, lê min bixwe kir. Mineta wan kesan jî li ser latan.
Dema min ê dest bi kêşana vî fîlmî bikira piçekî teswasî-heyecan hebû. Li gundekî Mêrdînê, kesên bilîzin ne lîstikvan in û bêperetî. Lê tevî hemû kêmasiyan me fîlmekî serkeftî çêkir. Mala hemû kesên keda wan ketê ava be. Bi taybetî jî ji bo wan jin-pîrekên dilkurd malavayiyeke mezin. Ji lîstikvanên cîhanê xweştir ew hest raxistin pêş çavên me. Ev fîlm bi wan bû fîlm. Heger xelatek were stendin jî, bi saya serê wan e.Em ê di rojên pêş de, wek nivîsên te, filmên te yên komedî bibînin gelo? Yan ew ê her sînemaya kurdî trajedî be û dê ticarî komedî neyê çêkirin?

Bêgûman ez bi hêla xwe yî mîzahjenî bêtir li pêş im, lê wek min di serî de jî vegotibû, mirov nikare ji rahma Xwedê re bibêje na; camêr rahmê bi ser min de dibarîne herçend ez wî nas nekim jî.

Di rojên pêş de ez ê fîlmên mîzahî-komedî jî çêbikim. Jixwe hazirî jî heye. Heger XOF wê xofê têxe dilê hin canik û camêran û wek destek-piştgirî li me vegere, bêgûman ew destek-piştgirî yê têkeve xizmeta projeyên nuh.

Sputnik

Beş
Kadîn

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

Zêdetir

  • Hesab

    Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
  • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

    Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
  • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

    Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
  • MAL NÎNE KERXANE YE!

    Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
%d Bloggern gefällt das: