Nivîskarî jê kêm mabû

Kevîn Kurdson

Mirov mexlûqatek çavbirçî ye, têr naxwe û tim û tim zêdetir dixwaze. Çav têr be, zik birçî ye. Zik têr be, çav birçî ye. Çav û zik têr bin, nav şeqê wan birçî ye. Werhasilî kelam, pare, karîyer û paye çavê tu insanî têr nekiriye û kesî pê têr nexwariye.

Piştî Jessîca Alba, Cameron Dîaz û Gwyneth Palthrow, niha jî lotikvana Hollywoodê Kate Hudson dibe nivîskar. Tu dibê qey nivîskar li dinyayê kêm bûn û qirra nivîskaran hatiye, xanima germik û nermik jî dest bi nivîskarîyê dike.

Xanima rindik û mindik Kate Hudson, wê pirtûkekê li ser tendirustî û fîtnesê (sporê) binivîse. Wê di pirtûka xwe de di derbarê tendirustî û fîtnesê de şîretan li xwendevanan û li xelkê bike û girêza devê wan biherikîne. Helbet wê pirtûka wê di serî de berê xwe bide jinan. Ka jin çawa karin xwarinên xwezayî û saxlem bixwin, çawa karin fîtnes û sporek germane û nermane bikin ku karibin spehî û bedew bibin, filan û bêvan.

Û navê pirtûka xwe jî wê bike: „Pretty Happy: Healthy Ways to Love Your Body“ 

Ango, Bextewarîyek xweş, rêya saxlem ji bo hezkirina bedena we.

Ez serê we neêşînim, xanima germik û rindik Kate Hudson ji me tika û hêvî kir ku em vê mizgînîya xêrê bidin xwendevanên Lotikxanê û piçekî pesnê wê bidin. Me jî daxwaza wê neşikenand û bi şertekî ew hêvîya wê pêk anî.

Daxwaz û hêvîya me jî ew e ku Kate Hudson rojek ji rojan bi xeml û xêla xwe beşdarî civat û dîwanxaneya Lotikxanê bibe,  ramûsanek ji wan lêvên şekirî pêşkêşî xwendevanên me bike û girêza wan jî biherikîne wesselam..

Amerîka

 

kate-hudson5

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

kate-hudson4

About The Author