Berazên me tir ji wan berda

Mistefa Kerkûkî

Lotikvan û zîtirkvanên eşîreta ÎŞÎDê ji du tiştan ditirsin.

1- Kujtina bi destê jinê.

2- Kujtina bi destê berazan.

Û li Kerkûkê çi bû?

Berazên me êrîşî zinêkarên ÎŞÎDê kirin û sê terorîstên ÎŞÎDê bi cehnemê şad kirin.

Li herêma Al-Rashad ku 53 kîlometro dûrî bajarê Kerkûkê ye, komek berazên çekdar û şoreşgerên Partî Demokratî Lotikxane rastî komek çekdar û terorîstên DAÎŞê hatin. Gava zinêkarên terorîst ên DAÎŞê çav li berazên Lotikxanê ketin, qidûmê wan şikest, bi xwe de mîztin û ji tirsa ku bi destê berazan bimrin û biçin cehnemê, derpî dagirtin û revîyan. Lê berazên me yên şoreşger û welatperwer wek tajîyên ku bidin dû kîvroşkê dan dû terorîstan û ew li erdê gevizandin.

Di encama şer û pevçûnê de koma berazên me (ku ji tîmên taybet pêk dihatin) nîhan qûna 3 terorîstên DAÎŞê, rovîkên wan berdan erdê û berê wan dan cehnema gewrik.

Werhasilî kelam, koma berazên me bi saxî û selametî vegeriyan meqer û baregehên xwe, 3 keleşkof, 5 narincok û 10 demançe jî wek xenîmet ji artêşa Lotikxanê re kirin diyarî wesselam…

Bijî berxwedana berazên Kurdistanê!

Kerkûk

About The Author