BILA XENIMî WAN BE

Xêrxwazek li bajarê Amedê kanîyekê ava dike û li ser kevirê kanîyê visa dinivîse:  “Ava vê kanîyê ji bo hemû bawermendên xwedê helal be, ji bo misilmanan heram be“.

Wê demê Amed di bin hikmê Osmanîyan de ye. Misilman diçin ba qadîyekî gilî û gazinên xwe dikin…

Qadî ferman derdixe û dibê „ew kî dibe bila bibe, ewê ku ew kanî ava kirîye bigirin û bînin dadgehê“.

Herî dawîyê wî xêrxwazî digirin û tînîn ber dadgeha şerîatê.

Qadî jê pirs dike:

– Lawo dîno, ev çi fitne ye, çi dek û dolab e. Tu li welatê mislimanan kanîyekê ava dikî û ava kanîyê jî ji bo misilmanan heram dikî. Ma te serê xwe xwariye?

– Qadî beg, ne bê sebeb e. Divê bête îspatkirin.

– Sebebên wê çi ne?

– Ez dikarim bi tenê ji padîşah re bêjim.

Radibin wî dibin cem padîşah û hal û ahwalê wî didin kifşkirin.

Padîşah:

– Ew çi fitne ye tu dixî nav bawermendan? Ger tu îspat nekî ezê serê te bidim jêkirin.

– Siltanê min, ji kerema xwe îro herin sînegogê û hahamê cihûyan bigirin bavêjin hepsê.

Piştî ku li sinagogê hahamek tê girtin, mûsevî û yên ne misilman radibin ser pîyan û qîyametê radikin. Tên ba padîşah û gelek dirav pêşkêş dikin da ku padîşah ferman bide û wî azad bike. Encam ber bi azadîyê ve diçe.

Mêrik:

– Vê carê ji cenabê te tika dikim, herin dêrê û keşîşekî bigrin û heps bikin.

Piştî ku keşîş tê girtin, hemû elçî û balyozên welatên xaçperastan, mezin û dîplomatên wan bi yekgirtî radibin ser pîyan.

Piştre ew zilamê xêrxwaz ji padîşah tika dike:

-Ezbenî, vê carê melleyê mislimanan ji mizgeftê bigrin bavên hepsê.

Melle di hepsê de hemû misilman bêdeng dimînîn.

Ew xêrxwaz cara dawî ji padîşah tika dike:

-Keremke ezbenî, emê piçek dakevin nav kolanên bajêr û guh bidin misilmanan.

Dadikevin nav sûk û kolanan, mirov hin galegalan dikin.

-Xwedê zane wî melleyî dizî kiriye heta ku hatiye girtin.

-Dibe ku ji tecawizî hinekan kiribe, ji ber wê hatiye girtin.

Û wekî din.

Piştî gera sûkê û galegalê wan mirovan, padîşah dibêje:

-Te go av ji bo misilmanan heram e. Ne tenê av, hewa jî heram e.Here tu azad î.

Mijara me li ser hilbijartina referanduma Romîyan bû.

Ewên ku li dijî berjewendîya Kurdan sîyasetek qirêj dikin, qîz û xortên Kurdan ji dijmin re dikin qurban.

Ewên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê bi Romîyan re ketine dîlanê,

Ewên ku ji bo yekîtî û serxwebûna Tirkan di nav lîstokê de ne,

Bila av û hewa Kurdîstanê xenimî wan be…

 

 

About The Author