QET NEÇÛN..!

Roja şemîyê ez û kur û malxweya xwe çûbûb Baxçeyê Heywanatan. Birastî jî min dixwest bila kurê min ê du salî wan gîyandaran nas bike.
Em di serî da çûn rex bizinan. Ji wan re hewşek çêkirîbûn û hawîrdor çeper bû, ew çeper jî bi têlên elektrîkê hatibû rapêçandin.
Nêrîyek ji wî alî ve hilkişîya çeperê. Pîreka min ji tirsa ra bazda û got:
-Ew xwedê ew dişibe te, înad û hêrsketin, rîyê qutik, lêv wekî lêvên te..
Û di wê encamê de ji alîkî din ve nêzikî çeperê bû û di ser çeperê re destên xwe dirêj kir ku bi bizin û karikekî şa bibe. Destê wê çû ser têlên elektrîkê û qijînî pê ket.
-Xwedêêêêê! Ez mirim..cinan ez girtim…!
Yekî Swîsrî got:
-Gelo ma çi qewimî?
-Bizinên we pîreka min cinî kirin!
-Na lawo, qet dibe. Tu dibê cinên wê hatin..!
-Çin hatin …qet neçûn…
U kurê min bi şaşmatî got:
-Mamo, ji bo çi tu dişibî nêrî û dêya min ji .. meeeeee..!
-Nêrî ji wî alî ve hilkişîya ser çeperê ku bi dêya te bide zanîn ku destê xwe dirêjî elektrîkê neke. Piştî bêaqilîya dêya te, nêrî li ser wê kenîya û ew felaket çêbû…

Îcar hay ji xwe, nêrî, bizin û têlên elektrîka Bexçê Heywanatan hebin qurban. Em bi erzanî filitîn..Lê çi tê serê we nizanim wesselam…

About The Author