Nov 28, 2020

 

Qelewî û nepixîn zêde dibe û bûye bela serê mirovan. Bi taybet xwarinên bi hormon û xwarinên fastfod (xwarinên hazir yên wek Mcdonalds û wekî din) qûşê li mirovan diqetînin, wan wek meşkên koçeran dinepixînin.

Di lêkolîn û rapirsînekê de derket holê ku li Ewrûpayê yên herî zêde qelew dibin Alman in. Dezgeha Îstatîstîka Ewrûpayê Eurostat di endama lêkolîna xwe de lotikek qerase li Almanan xist û got ku “Alman wek nepoxê dinepixin û difetiqin. Xwedênehiştan hingî rovîkên heşandî dixwin û ji avê zêdetir bîrayê vedixwin, bûne wek meşk û hebanan” û îmana Almanan teneke kir.

Herweha di encama lêkolînê de derketiye holê ku Ingilîz jî ji Almanan ne kêmtir in lê nikarin lingên xwe li lingên Almanan xin. Ingilîz jî di qelewîyê de xwe nêzîkî Almanan dikin û zik li wan dibe meşk.

Werhasilî kelam, Alman di qelewîyê de bûne yekemîn. Lê dibêjin ev qelewî di jiyana wan a seks û lotikan de rolek xerab dilîze û Almanan qelew zêde nikarin bazdin ser hev, bêhn li wan diçike û wek nepoxa fisyayî tê serê wan. Ji ber vê jî bi tilî û alastinê hevdu îdare dikin, kurmên hev dişkînin.

Ez serê we neêşînim, hay ji xwe û qelewîyê hebin gelî xwendevanan. Ji xwe tiştekî Kurdan mabe ew jî xiyarê nav lingê wan e. Heger qelewî wî xiyarî jî biçilmisîne, malik li Kurdan viritî û hûn sax…

 

Berlîn


Windows 10 Kaufen Windows 10 Pro Office 2019 Kaufen Office 365 Lizenz Windows 10 Home Lizenz Office 2019 Home Business Kaufen Windows 10 Lisans Office 2019 Mac Satın Al
%d Bloggern gefällt das: