Ka jin, ka jiyan, ka azadî?

Hevallerên me gotinên „jin, jiyan, azadî“ ji ser zimanê xwe naxin û tozê lê danaynin. Helbet jin, jiyan, azadî tenê ji bo wan e, ne ji bo kesekî din.

Madem hûn hewqasî ji jin, jiyan, azadî hez dikin, çima hûn jiyan û azadîyê li jinên din diherimînin babam?

Ma Fesla Yûsiv ne jin e?

Ma ew jî ne hêjayî jiyan û azadîyê ye?

Hûn şerm û fedî nakin jinek Kurd dixin zindanê û jiyan û azadîyê lê dikin quzilqurt!

Cîgira serokê ENKS Fesla Yûsif hîn jî di zindana Çirkîn de li Qamişlo girtiye.

Fesla Yûsif ji alîyê asayîşa PYD ve hatiye girtin û ji bo ku endama ENKS ye di çavên hevalleran de wek dijmin û daxîyan e.

Çima heval?

Ka jin, ka jiyan, ka azadîya we?

Niha jinek Tirk, Ereb yan Faris bûya, jinek „xelkler“ên dewşîrme û dolheram bûya, weyê ew danîya ser serê xwe.

Lê ji bo ku Kurd e, endama ENKS ye û ne hevala we ye, we ew avêtiye zindanê..

Erêêêê erê!

Jin, jiyan, azadî!

Wey ez di nava wilo jin, jiyan, azadî de bimîzim erê welle û xelas…

Berlîn

About The Author