Helo û Dilo rabûn hev

Vê heyamê boks û duelloyek qerase di navbera herdu lotikvanên rojava de dest pê kiriye. Yanî, di navbera qelemşûrê navdar û qeraseyê zilaman kekê me Helîm Yûsiv û Serekerkanê Artêşa Avestakurd Dilbixwîn Dara de dest pê kiriye.

Çiye mesela vê tirşika pevçûnê?

Mesela „kûçik“ e.

We go tajî?

Na na, ne tajî lo.. Kûçik kûçik.

Axir…

Çima ku qeraseyê zilaman Helîm Yûsiv di Fisboqê de aciz bûbû û ji hinek başûrîyan re gotibû „kûçikên ber derîyê Tirkan“, nêçîrvanê me Dilbixwîn Dara jî bi keviran daye ser pişta Helîm Yûsiv û wî û başûrîyan tîne berberî hev.

Helîm Yûsivê me bi şeş telaqên jinberdanê sûnd dixwe û dibêje: „Yabo bi namûsa mêrê çê, min ji temamê başûrîyan re negotiye, tenê min ji dergevanên ber derî re gotiye yabo qurban“ filan û bêvan.

Dilbixwînê me jî li kaboka xwe dixe û dibê: „Bajoooooo, ez bi serê lotikvanên Rûdawê bikim, te temamê başûrîyan kiriye kûçik“ filan û fîstan.

Yek dibê, erê..

Yek dibê naaaa…

Yekî di „Avestakurd“ de şûrê xwe kişandiye..

Yekî di „Diyarname“ de mertal daye ber xwe.

Û hemi ji bo çi?

Ji bo kûçikekî.

Law evî kûçikî çi anî serê me hayhoooo!

Heke kûçikek karibe rewşenbîr û nivîskarên me bera hev bide, wê hirçek karibe çi bîne serê me ka hûn bêjin.

Çiye mesela kûçik?

Helîmê me di Fisboqê de aciz bûye û ji bo ku dergevanên sînorên Kurdistanê mêrê bi sed mêrî xalê me Ehmed Huseynî bernedane hindur, gotiye „kûçikên ber derîyê Tirkan“ û daye lotikan. Piştre hinekan jê re gotiye, wî jî xeletîya xwe dîtiye û ew lotik ji Fisboqê rakiriye, mesele hatiye girtin.

Lê Dilbixwînê me daye ser pişta Helîmê me, nivîsa wî kopî kiriye û weşandiye, gotiye „Helîm Yûsiv başûrî tev kirine kûçik“ filan û fîstan.

Aha mesele hemi ev çîrok e.

Yanî çi?

Heywan heywanê xwedê ye, ha kûçik, ha mirîşk, ha mişk û pisîk.

Law ma dinya xirab bû babam?

Dagîrkerên Kurdistanê bi sedê salan e ji Kurdan re dibêjin ker, dibêjin kûçik û me ji xwe re dikin heywan.

Helîm Yûsiv carekê gotibe ma dinya xirab bû?

Ciwamêr piştre poşman bûye û nivîs rakiriye, ma êdî hewceye hûn serê hevdu bêşînin û dilê hevdu bihêlin heyran, waweylêêêê û waweylê!

Tiştê çû nedin dû kezebno.

Aha halê me û pelûla me ev e gelî lotikvanan.

Heke rewşenbîrên me, nivîskarên me, siyasetmedarên me li ser kûçikekî rabin hev, çima em henekê xwe bi gundîyên xwe dikin yaho. Gundî jî li ser kûçik û mirîşkekê hevdu dikujin, ma hîn hûn ji gundîtîyê xilas nebûne qurban.

Werhasilî kelam, bela bi kûçik be û ne bi hirç û gur û keftar be wesselam..

Haaaaaa, ÇÎNÎ dengê we nebihîzin ez qurban.

Ji ber ÇÎNÎ goştê kûçikan dixwin, wê ji we bixeyidin haaaaaa….

 

http://avestakurd.net/blog/2017/05/29/helim-yusuf-dibeje-wi-hemu-kurd-nekirine-kucik/

http://diyarname.com/article.php?Idx=5320

 

About The Author