Çima Soranî lê ne Kurmancî û Dimilkî?

Cilêtçî Mihê

Bawer bikin meriv vir û derewan dike, lê ne bi vê vir û derewê. Ma law bajarê Yozgatê li kuuuuuuuu û Soranî li ku?

De binerin bê çi qewimî ye..

Li bajarê Yozgat ê Tirkîyê (ku piranîya şênîyên vî bajarê qûnek nîjadperest û dijminê Kurdan e) kesê bi navê Alparslan Durdu (64 salî) qezayek trafîkê derbas dike, qûn lê diqete û 12 salan dikeve komayê. Yanî, 12 salan bi mekîneyan vê tê girêdan, ne dimire û ne jî rehet dibe. Doktorên nexweşxaneyê hêvîya xwe jê birrî bûn û bawer nedikirin ku wê sax û saxlem bibe.

Axir, piştî 12 salan Alparslan Durdu çavên xwe vedike û dest bi axavtinê dike. Lê bi çi zimanî hûn zanin?

Bi Kurdî-Soranî!

Yekî Yozgatî û Kurdî-Soranî biaxive!?

Jina wî gava dibîne ku mêrê wê bi zimanekî nenas, bi zimanekî biyanî pê re diaxive, behitî dibe, wek ku ji kerê bikeve û cêrek ava cemidî bi ser serê wê de dabe.

Ev çi ziman e?

Mêrê wê tenê bi Tirkî zanîbû, ev zimanê kesanedî ji ku derketibû? Kengî hînî vî zimanî bûbû? Kes nizane.

Werhasil, bi xêra çend karkirên Kurd ku li nexweşxaneyê karê pakijîyê dikin, fêhm dikin ku ew zimanê nenas û xerîb, zimanê Kurdî-Soranî ye û Alparslan Durdu di 12 salên komayê de hînî Soranî bûye. Îcar di xewna xwe de hîn bûye, cin û pîrebokan ew hîn kirine, Serok Barzanî yan Mam Celal hatine xewna wî û ew hîn kirine, kes pê nizane.

Dibêjin piştî pê hisiyane ku Alparslan Durdu bi Kurdî-Soranî diaxive, herkes bûye dijminê wî, çima ku Kurdî diaxive tofan û babîlosk li serê wî rakirine û bi çavê terorîstan li peppûko nerîne. Berî herkesî jî xwedî û merivên wî jê xeyidî ne, hew silav dane wî û jina wî û ew dane ber lotik û zîtirkên Tirkane.

Ma ev jî ne ecêba xwedê ye?

Law ma çi îş û karê yekî Yozgatî bi Soranî re heye oxlim?

Çima ne Kurmancî yan Dimilkî (Zazakî) lê Soranî?

Hûn dek û dolab, lîztik û fen û fûtên van dêqehpan dibînin ne wilo?

Ji bo ku li Tirkîyê înkara Kurdmancî yan Dimilkî û Kurdên Tirkîyê bikin, îcar radibin Soranî dixin devê Alparslan Durdu efendî.

Lê dîsa jî baş û xêr e.

Ev jî nîşan dide ku Kurd di xewnên wan de, di komayê de, di tabûtê de jî qûşê li Tirkan diqetînin û tirsê dixin dilê wan.

Ê de li ser xêrê be rebbî!

Yozgat

About The Author