EZ KURDÊ QUZÊ KERÊ ME!

Hecî Osman gava li malê bi tena jina xwe dima, aciz dibû. Yek ji vir û yek ji wir, radibûn hev û qirik li hev ziwa dikirin. Ji ber vê jî, Hecî Osman ji malê direvîya û berê xwe dida qehwê nav hevalên mîna xwe..

ciletci-mihe

Hecî Osman ji pirsa „Tu ji ku yî?“ pir aciz dibû. Kesê go ev pirs dikir li pirsa xwe poşman dibû û pişta stuyê xwe dixurand.

Rojekê Hecî Osman dîsa li qehwê ye. Kurdekî Maraşî silavê lê dike, li ser masa wî rûdinê û dibê: „Xalo tu Kurdê ku yî? Tu ji ku yî?“.

Çav li Hecî Osman sor dibin, dibin wek zotika mirîşkê. Hecî çavê xwe digire û devê xwe vedike:
– Te go ez ji Kurdê ku me? Ez Kurdê quzê kerê me, te fêhm kir! Ez Kurd im û xelas, ji te re çi ez Kurdê ku û kîjan bajarî me serşûnik..

Rebenê Maraşî çaya xwe venexwar û revî revî ji qehwexanê derket.

Îcar ev jî mesela me û Fisboqê ye.

Her serê çend mehan wê derî li me bigire û nasnama me û silsila (zurîyeta) me ji me bixwaze.

Ûlan oxlim, ji we re çi em kî ne û ji ku ne?

Em Kurdên quzê kerê ne, ma ne bes e!

About The Author