Wî jî got “serok Apo”

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 17

Erê dinyayê, kê bawer dikir ku rojek ji rojan wê mamê me Şerafeddîn Elçî jî ji başqan Ocalan re bêje “serok Apo” û serê govendê bikşîne. Gelo ev “elametên roja qiyametê” ne, yan nîşana “zayîna qantirê” ye ez jî nizanim. Lê ez dibêjim îcar govend germ û xweş bû û mamê me Şerafeddîn Elçî jî bû sergovend.

Li ser bextê cilêtçî, esrarkêş û pêxwasên Amedê be, dibêjin mamê me Şerafeddîn Elçî li Amedê taxa Yenîşehîrê axavtinek qerase ji xelkê re kiriye û gotiye ku “ez wek îmana xwe zanim wê rojekê Apo bê berdan” û wek hespên serxweş ên Bahman Gobadî xelk anîye galeyanê.

Lê ya herî germik û nermik ev e ku mamê me gotiye: “ Eger blok di hilbijartinan de bi hêz derkeve, wê temsîlîya milletê Kurd xurt bibe. Wê roj bê, emê ne pêşwaziya cenazeyên gerîlla bikin, emê bi zindî pêşwaziya wan bikin. Emê hevalên xwe yên di zindanan de di nav xwe de bibînin. Ew serok Apo yê ku hûn ji bo wî bedena xwe dişewitînin û bêriya wî dikin, wê di nav me de be” û serê hefsêr berdaye.

Kilîlîlîlîlî, şabaş, şabaş, şabaş, teq, teq, teq ji mamê me Şerafeddîn Elçî re!

Ez gundî û rebenê xwedê nizanim gelî lotikvanan. De ka hûn bêjin:

Gelo ev elametên roja qiyametê ne, yan saxlemkirina kursîyên meclîsa Tirko ne?

Lê tirsa min ji çiye hûn zanin?

Ez ditirsim rojekê mamê me Şerafeddîn Elçî jî ji bo başqan Ocalan agir bera bedena xwe bide û xwe bişewitîne, we go çi? Gelo ez xelet im yaw?

Ax başqan Ocalan ax….

Hinek bi xêra navê te bûn xwedî mal û milk, dewlemend bûn û li Izmîr, Stenbol, Bodrûm û Kûşadasî bûn xwedî dikan û apartiman. Hinek bi xêra navê te bûn baronên bazirganîya navnetewî û xwedîyê şîrket û holdîngan. Hinek bi xêra navê te bûn wekîl û parlamenter. Hinek bi xêra navê te bûn serok, bûn rêvebir, bûn siyasetmedar û başçawîşên gerîlla.

Û ez rebenê xwedê Cilêtçî Mihê?

Ez mam himalê berê law..

Wey weleeeeedddddddd li min feqîrê xwedê wey weled!

Amed

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

17 Comments Already

  1. Her biji ji wi kese dibeji (SEROK APO u BIJI SEROK APO)

  2. Dem demà tirsiki miro.kèvci bicuki bla bi giskà bi xwèn.§aravaniyà Silopi ji bo zawa vi mustafa denizli.dem demà cakilmastani miro.ez bawerim li nezva li meclisa tirkan qantir ù màker bo zevacè gustilika texin dest hevdi.de verinin awa sùsè.Newrozà bèt mame tirkan §erefetin li ser çiyayè serefetin xwu bikiti agir u pètalà Newroz.100 000xezar mirov bejitin mirin li xo§ u xelal.

  3. Hûn ciqas karibin agirê di nav kurdan de gurr bikin hewqas qiyamet dûr dibe. Bila qet du kurd bi hev re ne yek bikin ji bo yê weke we rihet bijîn. Heta hûn dijbertiya nava kurd wisa gurr dikin qiyamet ranabe meraq nekin.
    Di cihê pîroz kirina nêzîkabûna Kurdan de hûn dixwazin ci bibe min fam nekir. Eger hûn duristbûna gereke we bilîlanda ji van guhertinan re.

  4. Kuro ma ku riya hêsan hebe,cima meriv xwe li nav dirî u strîya biqelibine
    Rêya hêsan u a erzan gotina SEROK APO ya
    Mamê Sereffetin ji, ew riya hêsan naskiriye
    Ma mamê serefettin li kijan derî nexistîye?
    Ji MSP bêkir heta CHP ê
    Dilketin zore
    xwedê kesî bi dil neke
    Mamê me bi esqa parlementyê aqil avêtîye

  5. ev ne elametên roja qiyametê ne,
    ne ji saxlemkirina kursîyên meclîsa tirko ne?
    ev elamet, elametên saxlemkirina yekgirtîya gele Kurd e…
    di riya serxwbûne de gavek pîroz e…
    li, elawekîl
    ev gotina te herî giring e.

    “Ax ba?qan Ocalan ax….
    Hinek bi xêra navê te bûn xwedî mal û milk, dewlemend bûn û li Izmîr, Stenbol, Bodrûm û Kû?adasî bûn xwedî dikan û apartiman. Hinek bi xêra navê te bûn baronên bazirganîya navnetewî û xwedîyê ?îrket û holdîngan. Hinek bi xêra navê te bûn wekîl û parlamenter. Hinek bi xêra navê te bûn serok, bûn rêvebir, bûn siyasetmedar”

  6. Slav bavè berzan.Bi serè sofi xelefè bè jin.tu zana u pisporèn siyasetmedarani kurdè kemalistani.bazirganiya siyaseti kirej.hinek kurden hejar u beè var u mulk;ne misin heni Qunà xwuyè geni bi§on dest mej bigrin.ne ji mizgeft heyi nimej bikitin.tev lo lo u zo zo.bici mizgefta Amedè deri dadi u nehili mellè tirkan bèn mellèti bikitin.

  7. nabît her duhola êkî lêda mirov jî bi reqisît lê milletê me gelek ?eydayê guhrîna ye nexasime levje u awazên nû bile riste u lêkdan jî wekî tivengên dawetiya bin lewma em di rengizîn wey tew mamê ((APPO)) eger xodê hezkir dê te jî bînîn.

  8. kura ma hema got serok dinya xerabu mesele hinek dikin mesala namuse 30 sale li diji hev bun kurda digotin cima naben yek vecare ji hinek hatin cem hev cardin hinek ne razine insan ci mexluqek ecebe.

  9. Bila Lotikxane her hebe, ji vê rasttir û dirûsttir di Tewrat,Êncîl, Mishef û Mishefa re? de jî nehatiye nivîsîn.Wey destê we jibo vê rastiyê saxbe, rastî kengî be wê biser keve û ?irove-kerên li pey ?orbe û nîska Ap û Mamên “çiravvexwar” wê têra wan neke û di gewriya we de bimîne…

  10. Diyare merev çiqasî bi temen mezin dibê meriv di xwrifê ..(MAMÊ ME XWRIFYA HÊJANO)

  11. ger hinde sale yekitiya netevi giredayi namzet buyina serafedin be… bi la yekitiya kurd piroz be :)) cima pestir ew tist ne dikir min fam nekir 🙂

  12. wwwwwaaaaaa sofiye be m?zgeft lawo mala te 1000 car awa.ta tam l? hedefe daye.ax zaroke me l? ç?ya ten ?eh?dk?r?n,haine mej? d?b?n welatparez u dewlemend.xayf m?lyon car xayf..

  13. eze ji were hinek kurde go nawe wan mezin uew netistek bi hejmerim
    1.musa anter apociyawina xayin ilankirin bi imza sefe eyalate merdine.di 1989de
    ewrewiya hat stembole sere sala 1990.meha adara mi wina li cem biraki xwe di mi je pirsi maticitke li wir wi got bawemi mi dixest li stililebimrim.nahelin mehek ket we nawe medi go wa musa di kezeta wan de diniwisine mi pirsa niwise wikir biraziki wini go dosteki mine go ez legeryam gowi gotiye kes jimiretiski nepirsin.hrkesi liwir cikiriye.kere
    miji wek wankiriye u xelas.2.mahmut baksi 3.dost.hatibun mewantiyami.ez ji nu hatibum almanya.bu bahsa edile efendi.mahmut go ego bune apoci ew kesego karin
    tifkin ser cawe bawe xwe.karin bi bin apoci.sahid 3.kese go li almanya dijin.hazirin.3.
    serafetin elci beg ji li swede girtin ser ciwina wi u li hewale wi xistin.hat almanya li awaya sendikake ciwina wi cebu.me cend dosta nehistin apoci ben hundir.ubi selameti shbeta xwe kedand.ica li hewanin ji bela lotkxane li hew bine ji bergo mi xwes neniwisand. silaw li lotikxanecino.

    diyap kut

  14. Diyap kut slav.yabo tu veki bibloteka ensitita kurd li parisi.her tist li ba te hatiyi niwisandin.pewiste tu pirtokek biniwisini.kar u xebati kurd seyr u sosreti.eme te bi nave darè mazi navdarkin.

  15. ku hinek debejin serok APO hun aciz dibin bira je bo bakure kurdistan ce keda we heya bira
    keda amede u hazir keda reber APO WE BIRE KEY HUN KORIN HUN DEXWEZIN RAZIBIN HUN DEXWAZIN XEYIDIBIN APO SEROKE GELE KURD A KEKA KU ROJEKE DERFET CEBIBE GELE KURD KARIBE TEWDA HILBIJARTINEKE BIKE HUNI WEDEME TAM XEYIDIBIN

  16. Rîhspîyê me Kurda ?erefedîn Beg, gelekî dereng ma.10-15 salên xwe vala derbas kirin. Li ?ûna ku berê çend salan bibêje” Serok Apo”, nuha dibêje. Lê dibêjin ji kuderê zerarê mirov vehger e kar e. Dawîya Serefedinê me jî weha ye. Dawîya temenê(emrê) xwe Lotikek ba? li hevalbendê xwe xist û wê berê xwe bide Meclisa ku ji zûve neçibûye, dayi. De hema dilê vî rîspiyê xwe nehêlin , bi xêra Dê û bavê xwe dengê xwe bidinê, bela carekî din , di dawîya temenê xwe de bêhna wê meclisê bike û bi vê hesretê neçe axîreta xwe. Ji xwe ev dinya ji kesî re nemaye. Serefedin Begê me soz daye ku hêvîyên Ehmedê Xanê bicih bîne û yekitiya Kurdan pêk bîne. Lê bi ?ertekî dibêje “Heke ez bêm helbijartin û têkevim meclisê”.Îca hûn zanin heke hûn bixwazin yekitiya ku Ehmedê Xanê gotibû, bi cîh were ,divê hûn dengên xwe ê ji bo 3 helbijartina bidin Serefedin Begê Cizîrî. Jixwe Serefedin Beg û pismamimê wî Ednan Elçî di Tv de gotibûn” Eslê me, em ne Kurdin. Em Seyidin û Suudê Erebistanê hatine”.
    Seyidên me difirin û karin nifi?ta(bazbend) çêbikin û kes jî dengên xwe nedin wan jî wê bêne helbijartin.
    Xwe bela sebeb erzan nekin. Hûn dengên xwe bidin Serefedin û nedin jî wê têkeve meclisê. Dengên xwe bidinê da ku Yekîtiya Kurda çêbibe, gunehê wî nexin stûyê xwe. Xwedî li Penaberên xwe xwedî derkevin. Serefedin penabere li Kurdistanê û ji Ometa Peyxember e( Selelahû we selim ).

  17. kura bi xwede hun ne durustin hege mam serefedin bi goti apo xayine ew hevale dijmine xeber u gotin jera bi gotina weye cepka bida le cima ger hilbijatin bibin sebebek ji bo kurd ben cem hev hun ji weji acizin le ger duri hev biketina u xeber u cer ji hevra bidina ma hune keyf xwes buna.le hunji nizanin ci dixwazin kurd hev qebul dikin hun ne razine qebul nakin cardin hun ne razine de xwe alikare webe kurden welatparez.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: