Hêvîya me ma xwedê û gundî Kemal

Ehmed Beyan

Belê, partîya CHPê plana xwe ya ji bo propaganda hilbijartinên 1ê Mijdarê eşkere kir,  Serokê CHP gundî Kemal, ango Kemal Kiliçdaroglu jî bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û ragihand ku ewê pirsgirêka Kurd çareser bike.

Di merasîma ragihandina plana propagandayên CHP de gundî Kemal çend lotikên qerase avêtin û li ser hinek mijarên qirîng rawestîya. Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe de behsa gelek mijaran û bi taybet behsa pirsgirêka Kurd li Tirkiyê kir û soz da ku pirsgirêka Kurd di Parlamentoya Tirkiyê de çareser bike.

Lotikvanê kinik û kurtik Kiliçdaroglu, di derbarê pirsgirêka Kurd de got: “Ev pirsgirêk zemîn jê re nehatiye amadekirin. Em bi rêya lihevhatina nav civakê zemînê jê re amade dikin û wê pirsgirêkê dikin yasayî. Emê di çarçoveya Parlamentoya Tirkiyê de vê pirsgirêka qerase çareser bikin” filan û fîstan.

Kiliçdaroglu jina xwe ji xwe berda, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: “Zinêkarên AKP ew yek nîşan dan ku nikarin pirsa Kurd fêhm bikin û çareser bikin. Lê bi allahwekîl wek CHP emê vê pirsê çareser bikin” filan û dîsa fîstan.

Serokê CHP gundî Kemal soz da Kurdan û wiha axivî: “Ez soz didim hevwelatiyên Kurd ku maf û azadiyên wan biparêzim û di destûr û yasayan de bicîh bikim” û pê de çû.

Belê gelî lotikvanan, serokê CHP gundî Kemal soz da. Bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar, jina xwe ji xwe berda ku ewê di pirsgirêka Kurd çareser bike û zagon û yasayan de vê pirsa qerase bicîh bike.

Îcar hûn şahid in gelî xwendevanan.

Heke roj hat û CHP bû desthilatdar yan şirîkê desthilatdarîyê, divê pirsa Kurd çareser bike û di zagon û yasayên dewletê de zexm û qewîn bike.

Heke soza xwe bi cîh neanî û soza xwe kir tirr û fis, bizanin ku jina wî jê berdayî ye û tu zilam jê dernakeve wesselam…

Enqere

About The Author