Kehanetên nû

Hejmara mirovên dinê her diçe zêde dibe. Nêzîkî 7 milyaran bûye.

3.milyar mirov têra xwe dewlemend in. Bi plan û projeyan ve mijûlin. 4 milyar mirov tev feqîr û belengaz û bêçare ne. Ew 4 milyar mirov hewl didin, dixebitin û 3 milyar mirovan xwedî dikin.

adils

Îro her tişt pêşve çûye. Makîne û robot li dewsa mirovan karin bixebitin. 3 milyar mirovên dewlement xwedîyê wan makîne û robotanin.

Ew 3 milyar mirovên dewlemend dixwazin 4 milyar mirovên feqîr û belengaz tune bikin.

Bi rêya hin vîrûsên ku afirandine nexweşîyan çêdikin, dermanan difiroşin û bi firotina dermanan gelek dewlemend dibin.

Li nav her welatî bi dewlemendan ve girêdayî hêzên çektar hatine afirandin. Li gor bawerî û ramanên olî û sîyasî ji bo her civatê tîranekî wek serok derdixin pêş û wan hêzên han xwe bi xwe dikujin.

Li gelek welatan şerê hundur û navxweyî derdixin.

Dijîtîyek : Bawerî-sîyasî-olî û hwd.mirov li hevdu diqelibin, hevdu dikujin, ne xem e…

Gelek malbat li gund-bajar û wargehên xwe ji sedema pevçûn û şer koçewar dibin, neçar dikevin, dimirin.

Dema ku agirê şer li gor plan û projeyên wan gur dibe, vê carê ew ji bo êrîşê ji xwe re gelek sedemên tund dibînin.

Welatan bombebaran dikin. Zarok-kal xort û hemû jîndar têne kujtin,  bajar û gund tev tên xopankirin.

Welatên serdest û dewlemend ji mêj ve li hev hatine û dinya di nav xwe de par ve kirine, çavên wan li asîmanan e.

Ew ji bo berjewendîyên xwe yên pêşerojê gelên bindest û belengazan ji xwe re wek dijmin û tehlûke dibînin. Loma dixwazin hejmara nifûsa mirovên dinê bi tunekirinê nîvî û kêm bikin.

Şerê sêyemîn ê dinyayê ji mêj ve dest pê kiriye.

Dewlemendîyên sererd û binerd ên Kurdistanê bûye qada vî şerî.

Misilman li hevdu ketine û hevdu dixwin.

Ereb û Faris êdî li ber mirinê ne.

Dora Romîyan e…

Lê hin şirîkên wan welatên dagîrker mecal nadin ku pişta Romîyan li erdê keve.

Dema ku rêber û rêzdarên Kurd li hev bikin û yek bin, wê gelê xwe ji mirinê rizgar bikin û welatê xwe jî azad bikin. Wê Kurdistan bibe welatekî xweş-şîrîn û dewlemend yê herî baş.

Ji bo vî tiştî ne hevceye ku mirov kahîn be…

 

About The Author