Sirro dîsa xwelî li serê Kurdan kir

Zinar Qelemşûr

Yek ji wan Tirkên ku bi paraşûtê anîn û kirin serok û rêvebirê Kurdên xwelîser, bêguman Sirri Sureyya Onder e. S.S.Onder ê ku di hinek fîlmên sînemayê de qeşmerî dikirin û dida zîtirkan, îro bûye serokekî Kurdên bakur û wan wek pez û garanê diçêrîne.

Rêvebirên HDP a ku li ser daxwaza başqan Ocalan û MÎTê hatiye avakirin (Ocalan û Beşîr Atalay bi xwe gotine) îro di refê CHP û beşek ji MHP de cîh stendiye, ji bo ku Tirkiye parçe nebe û Kurdistan neyê avakirin çi ji destê wan tê dikin. Ji bo ku Tirkiye parçe nebe û yekrêzîya sînorên Tirkiyê bê paraztin, bi devê CHP û MHP diaxivin û hewl didin ku di referandûma serokkomarîya Tirkiyê de „NA“ biserkeve. Li gor HDP, CHP û MHP, heke Erdogan biserkeve û di referandûmê de qezenc bike, wê Tirkiye parçe bibe û rê ji damezirandina Kurdistanê re vebe. Yek ji wan kesên ku li ser navê Kurdan dide zîtirkan û naxwaze Tirkiye parçe bibe jî, S.S.Onder begefendî ye.

S.S.Onder Tirk e, Tirkmen e. Helbet wek yekî Tirk wê nexwaze dewleta wî parçe bibe û Kurd bigihên mafên xwe yên netewî. Lê zêdebûna ser kezebê ew e ku Kurdên me yên xwelîser didin dû qûna Tirkên mîna Onder, Pîr Kurkçî, Kûçik û Perînçek û ji wan re dibin kurtan.

Axir…

Mesela me li ser cîgerim S.S.Onder bû…

S.S.Onder wextekî gotibû: „Ji bo ku em rê li ber netewperwerîya Kurd bigirin me HDP ava kir“.

Onder ê ku ji kîsikê tombalayê ji Kurdan re derketiye û li ser navê Kurdan li Kurdan siwar tê, di bernama televizyona Fox a Tirkî de çend lotik avêtin û dîsa xwelî li serê Kurdan kir.

Artîst Onder di Fox TV de got: „Helbet em şik û gumanên mixalifên MHPî fêhm dikin. Heke di referandûmê de „ERÊ“ biserkeve wê welat (Tirkiye) parçe bibe. Ji ber vê em dibêjin „NA“ filan û fîstan.

Yanî, ji bo ku dewleta Tirk parçe nebe û Kurd doza tiştekî nekin mêro û partîya wî dibêjin „NA“.

Li ser pirsek din jî Onder efendî got: „Çima emê Kurdên xwe bidin Barzanî? Divê em Kurdan ji Barzani dûr bixin û rê nedin ku Kurd bikevin bin bandora Barzani”.

We fêhm kir bê mêrik çi dibêje ne?

Yanî, dibêje: „Divê em Kurdên bakur ji Barzanî dûr bixin ku ew jî doza Kurdistanek serbixwe nekin û Tirkiyê parçe nekin“ filan û fîstan.

Ê ji te re çi oxlim?

Ji te re çi Kurd didin dû kê yan nadin dû kê?

Tu Tirkmenekî dera han î, dev ji Kurdan berde babam, bes e yaw!

Aha zêdebûna ser kezebê û pelûla germ ev e gelî xwendevanan.

Tirkên çeqilmast bûne (kirine) serok û rêberên me û li me siwar tên, wek pez û dewaran me diçêrînin û li ser navê Kurdan di devê me Kurdan de dimîzin û hûn sax…

Stenbol

About The Author