Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2017-01-31 16:22:39Z | |

Weyla min çavên te xwaro!

Abdûllah El Kurdî

Min digot qey zilam ji nav Erebên qûnreş dernakevin. Lê xuyaye car caran libin ji nav wan dipengizin û bêhna insanetîyê ji wan tê. Meselen  Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê Zahî Xelfan Temîm begefendî.

Zahî Xelfan Temîm begefendî çend lotikên pîroz avêtin û piştgirî da serxwebûna Kurdistanê.

Zahî Xelfan Temîm begefendî bi 101 telaqên bêfitû sûnd xwar û got: “ Ez bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed kim, serxwebûna dewleta Kurdistanê pêwîstiyek dîrokî ye û rewşa mirovî ya Kurdan wê yekê dixwaze. Gelê Kurdistanê ji deweltên cîran, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê hêjatir û qedirbilindtir e. Kurdekî qûnspî berberî 101 Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş e.  Serxwebûna Kurdistanê wê hêz û qiwetê bide deverê. Kurdan gellek zilm dîtine, ew hêjayî serxwebûn û dewletê ne“ filan û fîstan.

Zahî Xelfan Temîm efendî zîtirkek li pasdarê Îranê Qasim Silêmanî jî xist, tir jê berda û got: „Ewê sermezin li Kurdistanê çi dike, li çi digere? Serxwebûna Kurdistanê vîna (îradeya) gelê Kurdistanê ye, wexta go Kurdan got erê, pozdirêjên mîna Silêmanî nikarin li hemberî serxwebûna Kurdistanê bisekinin cîgerim“ û pêde çû.

Werhasilî kelam gelî lotikvanino, Erebek ji Erebên Dubayî dibêje „serxwebûn mafê Kurdan e û divê Kurd dewleta xwe ava bikin“ filan û fîstan.

Û Kurdên Kemalîst û Tirkmanc çi dikin?

Ew jî qûna Tirk, Ereb û Farisan dalêsin û dijminatîya serxwebûna Kurdistanê dikin kuro…

Dubaî

 

About The Author