QÛN BÛ MESELEYEKE NÎVNETEWÎ

Ez ê dîsa dev biavêjim qûna jinê.

Nebêjin Devliken radibe rûdine dev diavêje qûn û memikên jinê.

Heyran, divê em vê meseleyê safî bikin.

Feminîst qiyametê jî rakin, ji tirsa feminîzmê ez bi xwe de bimîzim jî, heya ez vê meseleyê safî nekim, bi rehetî ez ê serê xwe daneynim ser bahlîfê û ranekevim.

Ji me mêran re dibêjin, „Çima çavên we tim li ser qûna me dilîzin?

Ma tu dera me yî din tune ye hûn bala xwe didin qûna me û li qûna me dinêrin?“

Gelo em li qûna we dinêrin, an hûn dawetiyê dişînin ji me re ji bo em li qûna we binêrin?

Bala me bi xweber nare ser qûna we.

Çavên me bi xweber narin li ser qûna we nalîzin.

Çima hûn pantorên teng li xwe dikin?

Çima hûn qûna xwe di wan pantorên teng de dizepitînin?

Çima?

Çavên we di paş serê we de bûna, me yê bigota hûn ji bo kêf û zewqa çavên xwe wan pantorên teng li xwe dikin û li qûna xwe dinêrin, kêfa xwe ji qûna xwe re tînin.

Weleh heyran, em jî zanin, hûn jî zanin, ne ji bo xwe hûn wan qûnan di wan pantoran de dizepitînin.

Hûn wan qûnan di wan pantorên teng de dizepitînin, da em mêr li wan qûnên we yên zepitî û gulover binêrin û kêfa xwe jê re bînin.

Yanî bi kurt û kurmancî, ev hewldana we, ji bo hûn bala mêran bikişînin ser xwe ye.

Dema bû qala pesindayîna qûnê jî me bi bêehleqî sûcdar nekin.

Ne xwe bixapînin, ne jî me…

About The Author