KOMA CINAN

Bavê Welat

Rojekê mirovekî bi milik rastî koma Cinan tê.
Mirovê bi milik, wa mêze dike ku hemû Cin ketine nava şahiyekê û govend û dilan girtine.
Di dîlanê de jî hemû bi hev re wek stranekê dibêjin: Çarşeme ha çarşeme, çarşeme xweş çarşeme. Kela dilê ew kesê bi milik radibe û ew jî dixwaze ku beşdarî dîlana Cinan bibe.
Hema yekser bê hemdî dikeve nava dîlanê.
Ew jî wek Cinan û bi awaza wan dibêje: Çarşeme ha çarşeme, çarşeme xweş çarşeme…

Mîrê Cinan mêze dike ku yekî xerîb ku ne ji wane lê ku ew jî wek wan dibêje çarşeme xweş çarşeme…Mîr gazî Cinên xwe dike û dibêje: Zû bipirsin eger ku çi daxwazên vî mirovî hene bi lez û bez bînin cîh ! Ji ber ku beşdarî dîlana me bû û herwaha ku me di dîlanê de
çi got wî jî ew got, gere ku em xelatekê bidine vî mirovî.

Ji wan kesek ji milik dipirse: Ka bêje ji vê dinyayê çi daxwaza te heye emê pêk bînin.
Mirovê bi milik dibêje „bes daxwaza min ji we hûnê milikê min ji ser min rakin“.
Cin hema yekser milikê wî radikin û mirovê ku bi salane li şermiya milikê  xwe nikarîbû derkeve nava heval û hogirên xwe,vêca bi rengekî dilşa û bextewar çû nava civakê.

Di gund de, mirovekî din ê bi milik hebû, ew mirovê bi milik ê duemîn, dibîne ku milikê hevalê xwe tune bûye yanê baş bûye.

Camêr dibêje: Heval ez benî, ji bo Xwedê ji min re bêje te çawa kir ku tu ji milikê
xwe rizgar bûyî ?
Mirovê ku milikê wî baş bûbû hemû mesele ji hevalê xwe re got.
Ew kes jî hema bi lez û bez diçe cîhê ku Cinan lê dîlan girtibûn. Camêr mêze dike ku dîsa Cin di dîlanê dane û herweha ku dîsa dibêjin, „çarşeme ha çarşeme, çarşeme xweş çareme“…

Ew kesê ku bi hêviya ku Cin ê milikê wî jî rakin, hema wek hevalê xwe ew jî kete nav dîlana Cinan, lê mixabin rebeno xeletiyek kir! Dema ku Cinan digot çarşeme ha çarşeme, wî jî digot „pêncşeme ha pêncşeme, pêncşeme xweş pêncşeme“… Mîrê Cinan wa mêze dike ku mirovek di dîlanê daye û ku wek wan hereket nake û wek wan nabêje çarşeme û çarşeme.

Mîrê Cinan dibêje mesekinin! Zû milikekî din jî bidin ser milikê vî kesê ku wek me hereket nake.Cin yekser milikekî din jî didin ser pişta ew kesê ku neşibiya civaka Cinan…

Belê hemû dinyayê û hemû kesên dinyayi li gorî rews û daxwaza Cinan (CÎN) dîlan girtin û gotin çarseme xwes çarseme.

Cinan jî daxwazên hemû kesan anîne cîh. Sedmixabin, bes li dinyayê me Kurdan li dewsa gotina çarşeme xweş çarşeme de me got: Pêncşeme xweş pêncşeme û ji ber ku em wek Cinan tevnegeriyan Cinan milikekî din dane ser milê me.

Ez dixwazim vê bêjim, hemû dinyayê bi EMERIKAYÊ re têkiliya xwe xweş kirin û hemû kes bûne xwediyê al û dewlet, bes ji me Kurdan pêve !

Qehr bibe Emerika , qehr bibe Emperyalizim û  qehr bibe Sionîzm da pêş xwe. Li milekî ew kesên me yên qaşo polîtîk, qaşo welatparêz ji bo ku li Ewrupayê rûniştinê bistînin destên xwe wek rebenan li ber emperyalîstan vegirtin û hezar derew li hev anîn û li milê din jî  dîsa wek
hercar gotin; Qehr bibe Emperyalizim. Gelo ev çi nakokiyeke mezine!!!

Wek ku tê gotin,
dibêjin te dew terikand Q….. rûçikand.

Me jî meseleyên xwe ên bingehî terikandin û me destê xwe kire stukura EMERIKA û emperyalîzmê.

Piştî ewqas talan û wêranbûyîna welatê me û piştî tar û marbûyîna gund û bajarên me
ez bawerim hê nuh em bi birîna xwe hesiyan û hinek hîzbên me dibêjin ku em dixwazin bi EMERIKAYÊ re têkevin têkiliyê û em dixwazin ku navbera xwe baş bikin.

Gelî heval û hogiran:
Ne tu hêz û ne jî tu dema me heye ku em bi Cinan re têkevin nakokiyan.

Ger tu bixwazî an nexwazî, EMERIKA hêza dinyayê  ya herî mezine, gelo çiqas raste û çiqas
li berjewendiya gelê me ye ku em rabin bi EMERIKAyê re têkevin dîlanê û herwiha ku tu di dilana EMERIKAYÊ de nebêjî çarşeme xweş çarşeme!

Cin bi hêsanî dikanin milikekî din jî dînin
ser milikê me…

BIMÎNIN DI XÊR Û XWEŞIYÊ DE.

 

 

 

About The Author