Tirr ji partîya xwe berdan

Wek hûn zanin, zimanê hinek partîyan wek kîrê kerê dirêj e. Gotin heye, lê emel û pratîk tune. Rêbaz û bername heye, lê kar û kirin tuneye. Ji wan weye ku wê ji ezmanan bi çewalan ji wan re hêz û qiwet bibare. Zanin lê nakin. Zanin lê newêrin bikin. Ji wan weye ku bê bedel, bê kar û xebat, bê zehmetî û êşandin wê her tişt li gor dilê wan çêbibe. Yek ji wan partîyên tiral û zexel jî PDK-S ye. PDK-S ji ber tirsa PYD newêre û nikare derbasî rojavayê Kurdistanê bibe û siyaseta xwe bike. Hûn dev ji rojavayê Kurdistanê û tirsa PYD û YPG berdin, li derveyî rojava jî bêdeng e, sist e, jihevdeketî û tiral e.

pdks

Û gellek partîyên wek PDK-S li bakurê Kurdistanê jî hene, pir in. Gava tê gotinê, xwe di mirêk û eynikan de wek şêran dibînin. Lê di emel û pratîkê de wek pisîkan li dora PKK û dezgehên wê digerin, dixwazin bi xêra PKK û dezgehên wê qîmet û giranîyekê ji xwe re çêkin û gepik nanê xwe pê bixwin. Yanî, tiştek bê bedel çênabe. Kar û xebat, pêşketin û xurtbûn bi kar û xebatê ye, bi bedel û berdêlê ye.

Axir, mesela me li ser PDK-S û lotikên endamên wê bû.

Li ser bextê fitne û fesadên nava PDK-S be, dibêjin endamên PDK-S yên li başûrê Kurdistanê li partîya xwe hatine xezebê û gotine ÊDÎ BES E!

Ji ber ku PDK-S û sermezinên wê tiral in, ne çalak in û wek şîrêzê bi kursîyan ve hatine zeliqandin, endamên PDK-S êrîşî ser baregeha partîya xwe kirine û qûş li serok û rêvebirên xwe qetandine.

Ma tenê bi daxuyanîyan Kurdistan azad dibe?

Na.

Endamên PDK-S jî di nava daxuyanîyan de mîztine û doza xebat û çalakîyên geştir li serok û rêvebirên xwe kirine. Endamên partîyê ji partîya xwe xwestine ku li meydanan bin, çalak bin, wek gayê nav garanê ranezên û bi çîrok û çîvanokan endamên xwe di xew re nebin.

We go PDK-S li ser rêbaza Barzanî ye?

Tew mala minê!

Ma rêbaza Barzanî xew û xewnerojk in?

Ma tiralî, betalî, sistî û zexelî ye?

Rêbaza Barzanî çalakî ye, xebat e, berxwedan e, kar û xebat e.

Aha endamên PDK-S vê rêbazê ji partîya xwe dixwazin.

Rêbaza Barzanî dixwazin, ne ku rêbaza tiral û zimandirêjan.

Ê de ev lotika endamên PDK-S li ser xêrê be rebbî!

Û aqûbet li endamên partîyên bakur be jî….

Hewlêr

 

 

About The Author