Hesenê me bû mîrê zimanê Kurdî

Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Alparslan a Mû?ê, lotikek qerase avêt û dest bi dersên zimanê Kurdî kir.

Rektorê zanîngehê Prof.Dr.Nîhat Înanç, got ku wek dersa bijare wan kontenjan ji bo 80 xwendevanî vekiribû, lê 300 lotikvanî ji bo dersa Kurdî serî li wan daye û wan jî salona zanîngehê ji bo dersa Kurdî amade kiriye.

Prof. Nîhat Înanç, devê xwe bir û anî û got „ku wan ji bo destpêkirina dersên Kurdî xebatek qerase kiriye û ji bo vê jî du pisporên wek Ayhan Tek û Prof.Dr.Hasan Çîftçî wezîfedar kirine. Ev herdu kes hem Kurdî, hem Tirkî û hem jî Ingilîzî wek bilbil zanin.

Wê Be?a Ziman û Edebiyata Kurdî di bin serokatîya Prof.Dr.Hasan Çîftçî de berdewam bike.

Ê de haydê xalê Hesen, ê de bajooooooooooo! Be?a Ziman û Edebiyata Kurdî emanetî te yabo qurban. Bi sê telaqan, heger ti?tek bi be?a zimanê me bê, emê te bixesînin û tu sax…

Serhed

About The Author

3 thoughts on “Hesenê me bû mîrê zimanê Kurdî

  1. gelo bingeha weya zagonî çiye a giring ewe disa gaveke ba?e lê têr nak eemhêvidarê di warê ziman de behtir gav bêne avêtin slav û rêz

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.