Heçê navê wî Feto be, çû jê de

M.Cemîlê Mûşî

Piştî ku Erdogan girêka xwe li pişt werîs xist û desthilatdarîya Tirkîyê xist destê xwe, navbera wî û rêberê wî Fethullah Gulen û xirab bû û têk çû. Berê wek şîr û şekir li ber dilê hev şîrîn bûn. Lê îro bûne wek mişk û pisîkê û neperûşkan ji hev didin.

Axir…

Piştî vê darbeya dawî, ango helwesta darbeya leşgerî, Erdogan yeko yeko zilamên Feto ji nav dezgehên dewletê dan hev û bi vî awayî li şûna wan dixwaze zilamên xwe bi cîh bike, da ku dewleta Tirkîyê sedî sed têxe bin destê xwe û li gor dilê xwe hespê xwe bibezîne. Erdogan û hikûmeta wî AKP ev darbeya leşgerî yekser bi Fethullah Gulen ve girêda û ew wek serokê darbeyê bi îxanetê sûcdar kir.

Dibêjin niha li Amerîkayê serê Fethullah Gulen efendî pir êşiyaye, tansîyona wî wek kîrê xalê min Sofî Ehmik geh radibe û geh dadikeve. Îhtîmalek mezin heye ku Amerîka wî radestî Tirkîyê bike û Erdogan jî bi derxistina zagonên nû, wî bide şeniqandin.

Lê mesela me ne li ser wê ye. Mesela me li ser navê Fethûllah e.

Li gor fitne û fesad dibêjin, piştî vê darbeya generalên Fethûllah Gulen (li ser bextê Tirkan be), niha her kesê ku navê wî Fethûllah e, ji kujtina xwe ditirse û di bin xwe de dirî, bi xwe de dimîze. Kesên ku navê wan Fethûllah e, niha bi lez û bez dibezin dezgehên dewletê ji bo ku navê „Fethûllah“ ji ser xwe bavêjin û ji vê toqa naletê azad bibin.

Îcar tembîya min li we be gelî lotikvan û Fethûllahan.

Heçê navê wî Fethûllah be, kêlî berî kêlîyekê navê xwe biguherin, navê Fethûllah ji ser xwe bavêjin û navê xwe bikin Erdogan û hûn sax.

Yan na, bi allahwekîl hûn ji ber xezeba Erdogan û dewletê xilas nabin û hew…

Mûş

feto tansion

About The Author