Bejna Siltan Kose her ku diçe dirêjtir dibe. Niha bejna wî bûye 2.51 santîm û di dinyayê de kes nikare lingê xwe li lingê wî xe. Siltanê me herweha di dinyayê de mirovê herî destmezin û lingmezin e jî. Bi vî awayî cîgerim 3 caran rekorê dişkîne û dikeve pirtûka Guînnees ê.
Siltan Kose yê Dêrikî, li ser bûyerên li Kurdistanû Tirkiyê jî axivî û banga aştîyê li herdu alîyan, li dewlet û PKK kir. Kose, dibêje ku êdî bes e, bela hew ocaxên xelkê vemirin û ev şer bisekine. Kose, ji herkesî dixwaze ku destên xwe têxin bin kevir û di vemirandina vî şerî de rola xwe bilîzin.
Ez serê we neêşînim, Siltanê me niha li bajarê Enqerê tedawî dibe. Mêro lingê xwe şikandiye û ji lotikên Dêrikkî mehrûm maye, tizbîya xwe dikşîne û tew dixwaze bibe stêrkek ji stêrkên sînemayê jî.
Ê de derbasbûyî be qurban!
Heke rojekê we Siltanê me li Hollywoodê, di fîlmên sînemayê de wek sereklîztikvan dît, qet şaş nebin.
Mêrdîn
More Stories
Divê em nebêjin ez û heta mirinê ez
Bakirhan got: Bê Tirkîyeyîbûnê jîyan nabe!
Amedspor jî beravêtî kirin