Xweşik û zindî bin

Xwarin û vexwarinek bi rêk û pêk bandorek mezin li ser xweşikbûn û zindîbûna mirov dihêle. Hûn dixwazin bi ya me bikin û dixwazin nekin, lê emê ji we re çend çîrokên xweşikbûnê bêjin.

Yek: Heger hûn dixwazin bibin xwedîyê laş û bedenek şahîk û bedew, her rojê hinek dendikên gulên berbero yan dendikên kundiran bixwin. Di van dendikan de maddeya çînko heye. Kêmbûna maddeya çînkoyê dibe sedema qermîçonkên laş û laşê mirov virçolaqî dibe. Kîvî jî baş e.

Du: Ji bo porê gur û biriqandî divê hûn heftê bi kêmanî çar hêkan bixwin. Di hêkê de maddeya kukurtê heye. Goşt, masî, mirîşk, penîr û selete jî jibo xurtbûna por baş in.

Sê: Jibo çavên biriqandî û saxlem divê hûn xwarina gîzeran kêm nekin û bêrîkên xwe tije gîzer bikin. Di gîzerê de vîtamînên A û E heye.

Çar: Ji bo diranên saxlem rojê 250 gram penîrê bê rûn bixwin. Di penîr de maddeya kalsîyûmê heye û kalsîyûm diranan saxlem dike.

Pênc: ji bo memikên hestep û xweşik rojê çend îskan ava ananasê vexwin. Di ananasê de maddeya bromelaîn heye û ev ji bo memikan û zindîbûnê bi fêde ye.

Îcar hûn dixwazin bi ya me bikin û hûn dixwazin nekin, bi korima ser dilê we kiriye..

About The Author