Evîn û seks derman e

Pispor radigihînin ku evîndarî dermanê gellek nexweşîyane û kesên ku dil digrin ji kesên ne evîndar saxlemtir in.

Li gora lêkolîna ku di rojnameya Fransî L’Express de hatiye weşandin, kesên ku dil nagirin û ne evîndar in, yan jî bi gotinek din keç û xortên ku li wan ranabe, zûtir nexweş dikevin û xwe li ber tir û fisan nagirin.

L’Express a ku bi taybetî bi lêkolînên xwe yên li ser evîn û seksê tê naskirin dinivîse, „adrenalîna ku di dema seksê de digihê sewîya xwe ya herî bilind mêjî dixebitîne û hişmendîyê berûpêştir dibe“.

Di lêkolîna ku li ser 2 hezar û 500 zilaman hatiye çêkirin de dixuye ku „evîn û seks rê li ber gellek nexweşîyan digre û jîyana meriv bextewartir dike“.

Li gora pisporan, „kesên ku heftê sê caran seksê bikin, ji nexweşîya wek tansiyon, prostat û hinek nexweşîyên din bi dûr dikevin û temenê wan 10 salan dirêjtir dibe“.

Îcar heyran, hûn û evîn û seks li hev.

Heger hûn heftê sê caran lotikan bavêjin jixwe hûnê zû bi zû nexweş nekevin.

Na heger hûn heftê heft caran lotikan bavêjin, jixwe nexweşî newêre nêzîkî we bibe û bi telaqê Kurdên Ewrûpayê mirina we jî tuneye..

Ê de hûn zanin…

About The Author