Hejîrên herêma Mêrdînê

ZÎWER İLHAN

ziver-ilhan
‘AYŞÎNÎ : Zer e û ne girs e. Ji siqaqî şêrîntir e û hûrtir e. Nava wê dagirtî ye. Ji hejîrên din şîrîntir e.
HECÎ ‘ELÎ : Zerê vekirî ye. Dagirtî ye.
HEJÎRA SÊR : Tijî kerik dibin; lê hemû diweşin.
HEMEDÊ HORÊ : Hebikî zer e û tahma wê xweş e. Ji rêhanî mezintir û ji siqaqî piçûktir e.
LETANÎ : Di nav rezan de çêdibin û bejik e. Şîn û zer e.
MEÇİTÎ: Payizî çêdibe. Ji derve zer e ji hunduru ve sor e. Tirş û meyxweş e.
MEWÎJKÎ: Di tahtan de çêdibe. Hûr e û sorê tarî ye. Pir ne şîrîn e.
PAYIZÎ : Payizî çêdibe. Ji siqaqiyan girstir e. Hundirê wê sor e û ji derve zer e. Hebikî tirşî di nav şîrîniya wê de heye.
PETÊXÎ : Zer e û girs e. Hundirê wê ber bi sorê ve diçe. Piçekî şîrîn e. Ku digihê zû xera dibe.
PÛÇIK: Zerê ber bi şînê ve diçe. Nava wê bêdendik, vala û pûç e.
RÊHANÎ : Hûrikî ye. Bêhneke xweş jê tê. Şîn e; lê nava wê zer e. Tahma wê xweş e.
REŞIK : Reş e û hundirê wê sor e. Cureya bejik hûr e; lê ya avî hebikî girs e.
SIQAQÎ : Zer e û dûçikî ye. Şîrîniya wê normal e.
SORIK : Sor e. Avî jî çêdibe bejî jî. Devê wan diqelişe. Di devê wan de hingiv heye.
ŞINGALÎ : Şîn e û bêhna wê xweş e. Pir ne mezin e.
ŞÎNA ‘EBO: Pehnikî ye û fireh e.
ŞÎNIK : Hûr e. Ji derve şîn e û nava wê zera ber bisorê ve diçe.

TIRÎYÊN HERÊMA MÊRDÎNÊ

BILBIZÊQÎ : Zerê tarî ye. Liba wê dirêj e. Berî kerkûş digihê. Qaşilê wê ne qewîn e ne tenik e.
DIRÊJIK : Dirêj û zirav e. Tenê ji bo xwarinê ye.
DIYARBEKIRÎ : Gewr e. Serkê wê piçûkî dirêj e. Ji bo xwarinê ye.
DÎWANÎ : Gilover e û zere tarî ye. Libên wê girs in.
HEFTŞIKLO: Gilover e. Ku nifşeke wê xelas dibe yek din lê dikeve. Gûşiyên pêşî girs in yên dawî hûr in. Libin jê sor in libin jê hersim in. Rengo rengo ye.
HELEBÎ: Dirêjî zer e. Pir şêrîn e.
HESENÎ : Zer e. Liba wê û gûşiyê wê girs e.
HITFÎ : Zerê bi şîneve ye. Bi dû misebiq çêdibe. Liba wê piçekî girs e û gilover e. Zû nerm dibe. Xilsikê (hitif) piçûk jî lê dikevin.
KERKÛŞ: Zer e û pir şîrîn e. Kaşilê wê qewîn e bêtir ji bo mewîjan e.
KIRROT : Zerê vekirî ye, deqên sor jî dikevênê. Piçekî dirêj e. Ku mirov dixwe kirkir jê tê.
KOXEL : Girs e û şîn e. Gûşî di hev de ye û hişk e.
MERZONE : Kaşilê wê tenik e. Zer e. Bastîq, dims, helîl û benî jê çêdibin.
MISEBIQ : Zû digihê û ji bo xwarinê ye. Piçekî tirşî pêre heye. Cûreyên wê yên zer û yên reş jî he ne. Gilover e.
QURFOK : Zer e û gilover e. Mewîjên wê dibiriqînin. Mirovên herêmê vê cûreyê ji zeytî xweştir dibînin.
REŞIK : Reş e. Kaşilê wê qewîn e. Libên wê gilover in. Dibe mewîj.
RÊXRÊXOK : Şîn e û weke hersim e. Ji bo xwarinê ye.
SINCÊRÎ : Şîn e, weke hersim e. Zû digihê. Libên wê tov in.
SORKÊ SORAVA : Sorik e. Liba wê piçekî gilover e. Dibe mewîj.
ŞERPEZÊN : Ji Helebî piçûktir e. Liba wê sor û zer di nav hev de ne. Zû digihê.
TIRIYÊ BÊDENDIK : Zer e. Liba wê hûr e û bedendik e. Ji bo xwarinê û ji bo mewîjan jî çêdibe.
WERDAN : Sor e; lê hinek jê dûvra reş dibin. Liba wê girs e. Gûşîyê wê mezin e û ji bo xwarinê ye.
ZEYTÎ : Zerê zelal e. Gilover e. Mirovên herêmê, mewîjê wê ji yê kerkûş xweştir dibînin.

NÎŞE: Ji kerema xwe re cûreyên hejîr û tiriyên ku me nenivîsîne; herêma wan, rengê wan û gewşeniyên wan weke şîroveyekê binivîsin.

Nusaybinim.com

hejir2

About The Author