Sê partî bûn yek, kilîlîlîlîlî!

Bavê Cengo

Sê partîyên Kurdistana Rojava bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarin û bi def û zirne, bi hella hella û govend û dîlan bûn yek û yekîtîya xwe pêk anîn

Li gor fitne û fesadên bajarê Qamişlo dibêjin, sê partîyên Rojava, Partîya Azadî, Partîya Azadîya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bi fermî bûne yek û dê weledê xwe avêtiye.

Di vê derbarê de Sekreterê giştî yê Yekîtîya Netewî û Demokratîk a Kurdistanê (YNKD) xalê me Xefûr Mexmûr, bi dîn û îmana xwe sûnd xwariye û gotiye: “ Bi şeş telaqên bêfitû, li Kurdistana Rojava êdî dem dema Kurdayetîyê ye û ne dema partîtîyê ye. Divê partîyên Rojavayê Kurdistanê xwe nêzîkî hev bikin, bi hev re şorbe û tirşika yekîtîyê bixwin û vê fersenda ku îro li Rojavayê Kurdistanê ketiye destên me bernedin, da ku gelê Kurd li Rojava bigihê mafên xwe yên rewa“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim kezebno, em Kurdên Binxetê ji sê zêdebûnên ser kezebê xilas bûn, sê zêdebûn bûn zêdebûnek. Ê helbet, çiqas partîyên Kurd kêm bibin û tifaqa xwe bikin yek hem ji wan re, hem jî ji Kurdan re baş e. Yekîtî û tifaq hîm û esasê serketinê ye û kesên bi tifaq bin helbet yezdan jî li pişta wan e wesselam.

Ê de yekîtîya wan li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be û aqûbet li serê partîyên Bakurê Kurdistanê be rebbî…

Amîn!

About The Author