Tirkomanyak!

Ehmed Beyan

Hinek insan hene birastî jî manyak in, ehmeq û xwelîser in. Ev insanên xwelîser hem dîroka xwe înkar dikin, hem jî herkesî wek xwe ehmeq û nezan dibînin. Xuyaye yek ji wan xwelîseran jî wekîlê MHP Yusuf Halaçoglû ye.

Di dîroka Osmanî de Kurdistan heye û wek eyaleyek ji eyaletên Osmanî tê nîşandan. Hem dîrokzanên biyanî, hem jî gelek ji dîrokzanên Tirk hebûna navê Kurdistanê qebûl dikin û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd dixwin ku berî Tirk bên Tirkiyê, Kurd hebûn û ew dera ku Tirkan dagîr kiriye Kurdistan e. Lê xwelîserên mîna Halaçoglû bi ser ku wek îmana xwe rastîya Kurdistanê zane, dîsa jî xwelîya heft gundên Tirkiyê li serê xwe dike û hebûna Kurdistanê înkar dike.

Axir…

Wekîlê partîya MHP Yusuf Halaçoglû, ji bo ku nav û hebûna Kurdistanê înkar bike, ji heft bîran avê tîne û bi serê xwe dadike.

Halaçoglû di meclîsa Tirko de çi gotiye?

Gotiye:  “ Di erdnîgarîya Tirkiyê de tucarî erdnîgarîyek bi navê Kurdistan çênebûye û tuneye. Di hemû nexşeyên biyanîyan de navê wê herêmê (yanî navê Kurdistanê) wek „Tirkomanya“ derbas dibe. Ji ber wê, ji wir re ne Kurdistan, lê Tirkomanya tê gotin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Lê gava neriv ji nexşeyên biyanîya dinere, Tirkomanya tuneye û Kurdistan heye. Lê Halaçoglû yê xwelîser û kundirê vala meselê berevajî dike û tirşika Kurd û Kurdistanê bi serê xwe û 101 bavê xwe dadike.

Werhasilî kelam, Yusuf Halaçoglû navê Kurdistanê kir „Tirkomanya“.

Lê kundiro tiştek ji bîr kiriye.

Heke hebe jî, di nexşeyên biyanîyan de ew der ne wek Tirkomanya, lê wek „Tirkomanyak“ tê binavkirin.

Tirkomanyak, yanî Tirkên dîn, Tirkên şêt û Tirkên beredayî û wekî din.

Lê Halaçoglû çi dike?

Ji bo ku eyba qûna xwe veşêre, tîpa „K“ dadiqurtîne û tenê dibêje Tirkomanya wesselam…

Ez bi serê te kim gelî Tirkên wek Halaçoglû, hûn xwe biçirînin jî, hûn ji wê „Tirkomanyak“bûnê xilas nabin û xelas..

Enqere

 

 

About The Author