Wey min di insanetîya we kirino erê wele..

Tecawizcî Coşqûn

Insan heywanê herî mezin û zalim e. Li ser navê insanetî, ol û xweda û pêxemberan tu gûyek namîne ku naxwe. Her tiştî ji bo xwe helal û li rê dibîne, lê bi ser de dîsa bi navê ol û xweda êrîşî insanên din dike û mafê wan înkar û tune dike. Bi taybet ev cûre insanên heywan li Rojhilata Navîn pir û pir zêdene.

Ê de binerin bê insanên ne insan çiqasî zalim in, çiqasî zinêkar û dijminê insanetîyê û heq û hiqûq in.

Li Tirkiyê, li gundekî bajarê Yozgatê, hema bêjin temamê xort û zilamên gund bazdane ser jinikek kêmendam û namûsa wê kirine bexdûnis. Çima ku jinika 40 salî ji aqilê xwe seqet û kêm e, temamê gund, ji 17 salîyan bigrin heta bi 70 salîyan, tecawizî jinikê kirine û destdirêjî li namûsa wê kirine. Tew bi ser de ew avis jî kirine û bavê zaroka wê jî qûnekekî 17 salî derketiye.

Û xelkên bajarê Yozgatê çi ne û kî ne?

Bi piranî Tirkên oldar û netewperest in. Gava mesele dibe Kurd, wek ku cin û pîrebokan bibînin êrîşî Kurdan dikin. Hem jî bi navê insanetî, ol, xweda û pêxember êrîşî Kurdan dikin.

Aha ev mexlûqatên ku garankî tecawizî namûsa jinikek reben û şikestî dikin, xwedî dewlet in, xwedî dem û dezgehên netewî ne.

Û em Kurdên reben û peppûk jî li ser navê bratîya olî û mirovî qûna wan dêqehpan dalêsin.

Yozgat

 

 

About The Author