Wek dibêjin, stara pîrê mala pîrê ye. Ê Kurdan jî starek wan heye, ew jî mala wan e. Gava Kurdek ji Stenbolê yan bi bajarekî din vedigere welatê xwe, yekem pirsa ku jê tê kirin ev e: Ma mala te heye?

cevat-sinet-kopie

Gava bersiva „Şikir ji xwedê re, koxikek me heye“ dide, kare bi serbilindî di nav xwedî û heval û hogirên xwe de bigere. Yan na, heta bi vegera xwe jî xwe di nav civata xwe de stuxwar û kêmmayî dibîne.

Di nav zimanê Kurdî de gotinek ji gotinên herî germ û xweş, gotina „mala min“ e. Kurd raserî kîjan felaketê bên bila bibin, felaketê û mala xwe di heman wate û astê de dibînin û ji kûranîya kezebê „ax mala min“ dilorînin. Gava mêr, jin, keç û kur bên kujtin, yekser „mala min xirab bû“ dibêjin. Mal ji Kurdan re hêlîn e, hêlîn jî helbet star e. Helbet Kurd girîngîyê didin tasek şorbe jî, lê di rêza yekem de „mala min“ tê. Heke te zirar û ziyan da mala Kurdekî/kê, zanibe ku te belayek mezin anîye serê xwe û te tohmetek mezin kiriye. Wê ew Kurd bi salan stran û lawijan li ser mala xwe bêje û biqîre.

Stran û klamên ku di komkujîyên dema Kemalîstan de li Dêrsim, Agirî, Koçgirî, Gelîyê Zîlan û deverên din çêbûn, temam bi „mala min“ dest pê dikin. Ax û jana ku di gotina „mala min“ de zîl daye û zînde bûye, pêsîra CHP û Kemalîstan bernedaye û bernade jî.

Eşîr şer dikin, bi dehan, bi sedan mêr tên kujtin. Lê cardin jî Kurd „kujtin karê mêran e“ dibêjin û zêdetir li ser mala xwe ya wêran û talankirî dilorînin.

dade

Ji ber kolandina xendekên li Amed, Silîva, Geverê, Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê min gotibû, PKK qedîya û xilas bû. Çima? Ji ber ku destdirêjîya „mala“ Kurdan kir. PKK bi deh hezaran zarokên Kurd rakirin çiyê û bû sebebê kujtina wan, lê Kurdan helwestek hişk û tund li hember PKK negirtin. Ji ber ku di mejî û ramana Kurdan de „kujtin karê mêran e“,  Kurdan tu wate û mane nedan kujtina zarokên xwe û êşa zarokên xwe di dilê xwe de veşartin. Lê gava rêxistinê destdirêjî li mala wan kir û mala wan bi ser serê wan de herifand, kêr ji kalanê derket û gihişt hestî. Kurdên ku canê zarokên xwe di ber PKK de feda kiribûn, bi wêrankirin û xirabkirina mala xwe veciniqîn, kîn û nefreta wan di gotina jinek Kurd de deng da:

Vana bipelçiqînin!

Çalakî, şer û kolandina xendekan di dilê tu Kurdekî/kê de şax û per neda, Kurd jê ne razî bûn. Bi vê çalakîya bê wate Kurd tenê mexdûr bûn, perîşan bûn û mala wan bi ser serê wan de hat herifandin, star ji wan re nema. Sedem çi dibe bila bibe, rêxistinê bi wêrankirina „mala“ Kurdan xincer li dilê Kurdan xist.

Û niha?

Niha jî dora xelkê ye, dora Kurda ye.

Helbet wê Kurd jî bersivek pêwist bidin PKK.

About The Author