VAN ‘DÎN’AN EZ DÎN KIRIM!

Misto mirovek rûken, suhbetxweş û henekçî bû. Di civatê de bi axavtinên xwe, bi laqirdîyên xwe dibû dermanê moralên xirab.

rewi

Ûsiv rabû ber bi mala Misto ve çû ku hinek suhbet bikin. Bala xwe dayê ku waye Misto li ber dîwêr bi moraleke xirab, li ser kevirekî rûniştîye. Silav lê kir, ew jî li tenişta wî li ser kevirekî rûnişt. Dît ku Misto kûr diponije.

Ûsiv: “ Te xêr e? Tu çima wisa kûr di ponijî?”

Misto: “ Derdê min girane, qe tevnede.”

Ûsiv: “ Hela derdê xwe bêje birako, Xweda derdê bêderman nede.”

Misto: “ Dev ji min berde, ya hatîye serê min neyê serê gurên çolê.”

Ûsiv: “ Çi bi te hatîye ku tu wisa tewşomewşo diaxivî heyran?”

Misto: “ Ûsiv xwezî mirov qet ne zewicîya û ûrt bi pey meriv neketina.”

Ûsiv: “ Mistefa bê ûrt ne tehma jiyanê heye ne jî wateya jiyanê. Şaş nefikire, hela bêje kîjan kurê te tu aciz kir?”

Misto: “ Gazinên min ne ji kurên min in.”

Ûsiv: “ Êê ji kî ye?”

Misto: “ Zanî min herdu jî zewicandin. Ji yekî re Fîlîz, ji yekî re jî Deniz xwest.”

Ûsiv: “ Erê zanim, lê min fêm nekir tu çi dibêjî.”

Misto: “ Xinamîyekî min Fexredîn, kurê wî Metîn û bûka min Fîlîz, xinamîyê din Qûtbedîn, kurê wî Çetîn û bûka min Deniz e.”

Ûsiv: “ Êê…”

Misto: “ Êê û ziqûm, kuro ez dibêm ‘Fexredîn, Qûtbedîn’ tu dibê ‘êê û êê’ law van ‘dîn’an ez dîn kirim.”

Ûsiv kenîya û got: “ Guh nede dîna, li kêfa xwe mêzeke lo.”

Rabûn çûn odê bi çaya qaçax dest bi suhbet û laqirdîyan kirin werhasil.

Îcar ev jî mesela me û hinek Kurdan e. Hinek Kurdên dîn xwe ewqasî biaqil nîşan didin ku merivan jî bi xwe re dîn dikin wesselam..

About The Author