MILETÊ KURD JI HEQÊ WE DERKEVE !

Rêwîyê Kal

Paşo û xwarzîyê wî Nûro herdu jî bazirganîyê dikin. Paşo rojekê diçe ba xwarzê Nûro hinek pere dixwaze, Nûro daxwaza xalê xwe bi cîh tîne û jê re dibê: “Xalo mêze ez vî pereyî didim lê divê tu serê mehê bidî, çek û seneda min heye…”

Dem dibore serê mehê tê, Nûro diçe ji xalê xwe Paşo perê xwe dixwaze, Paşo dibê: “ Xwarzê perê çi ? Danûstandin tune ezê ji te re pere ji ku bînim ?” Li ser vê bersivê Nûro xwe zevt nake dest bi dijûnan dike. Ne dê dihêle ne pîrekê werhasil.

Cînar tên bi Nûro digirin dibin dikin dikana wî, Nûro rexne û şermezar dikin.

Nûro neçar lêborîna xwe dixwaze û dibê: “ Min ji kerba da çêra, lê min nizanibû ew çêr û dijûn digihên min jî. Eqrebatî (xwedîtî) tiştek wisa pîse, mirov nikare dilê xwe jî rehet ke. ”

Rêxistina tarî dîsa xwîna Pêşmergeyên PDK-Î rijandin, yek şehîd kirin sê heb jî birîndar kirin. Dikim wek Nûro bidim çêra nabe, wê serê dêr bigihê me. Hûn rûreş xwedîyê giyanek hevkar in. Zîhnîyeta we ne Kurd û Kurdistanî ye, wê rojekê miletê Kurd ji heqê we derkeve !…

26 Gulan 15

About The Author