Ayselka me jî girtin kuro

Pişo Mihemed Belê, şahînşahê Tirkiyê û cewrên hikûmeta wî dest bi girtin û kujtina PKK û HDPî yan kirine û ha ha komele û dezgehên wan digirin. Dibêjin go...

Pişo Mihemed

Belê, şahînşahê Tirkiyê û cewrên hikûmeta wî dest bi girtin û kujtina PKK û HDPî yan kirine û ha ha komele û dezgehên wan digirin. Dibêjin go agir bi daristanê ket ter û hişk tevde dişewitin. Îcar dewleta Tirko Kurd dane ber şeg û pegan û nabêje tu kurê kê yî.

Axir…

Piştî girtina serok û hevserokên HDP, cewr û cewrikên hikûmeta AKP bi tenq û top û reşaşan êrîşî xaltîka me Aysel Tugluk kirin û rebenê girtin, berê wê jî dan girtîxanê.

Rebena xaltîka me Aysel Tugluk, kir û nekir nikarîbû xwe li ber dilê dewleta Tirko şîrîn bike. Kezîkurê bi salan pesnê beton Misto da, lê fêde nekir. Bi salan berê Kurdan da Kemalîzmê û serê Kurdên xwelîser bi fikir û ramanên Atavirqo dagirt, lê dîsa fêde nekir. Got: “Atatirk serokekî mezin e, nemir e, stûna netewa Tirk e, ew mûcîze ye” filan û fîstan, lê dîsa fêde nekir.  Mejîyê bi hezaran keç û xortên Kurd bi Kemalîzmê şûşt û ew kirin Kemalîst, dîsa fêde nekir.

Aha Tirkên te ev in ha xaltîka Aysel!

Aha brayên te yên Tirk, ewên ku we di ber wan û welatê wan de mala Kurdan şewitand, ev in.

Werhasilî kelam, emê bêjin “de belkî di girtîxanê de biaqil bibin û hişê wan bê serê wan” lê bawer nakim. Bawer nakim, ji ber go Hetîb Şeqşeq jî gava ketibû girtîxanê biaqil û hişê wî li serê wî bû.

Lê gava derket?

Kurdistan avêt ser sergo û teneka zibil bi serê xwe dakir.

Îcar bi rastî ez meraq dikim lo.

Xetîb Şeqşeqê me piştî derketina ji hepsê Kurdistan avêt nav teneka zibil û xwelîya heft gundan li serê xwe jî, li serê Kurdên xwelîser jî kir.

Gelo gava Selo, Fîgo û Ayselka me ji hepsê derkevin ewê Kurdistanê bavêjin ku û têxin kîjan qulê?

 

Amed

Categories
KadînNivîskarPişo Mihemed
No Comment

Leave a Reply

*

*

RELATED BY

  • Kerkûk, dagîrker bûn peppûk

    Berî demekê parêzgerê Kerkûkê xalê me Necmedîn Kerîm lotikek pîroz avêt û dilê me xweş û geç kir. Zimanê Kurdî li Kerkûkê kir fermî û ala Kurdistanê jî li...
  • STRANA MEZRA BOTAN

    Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê...
  • Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû.

    Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû. Bi rojeveke pûç û beradayî serî li kurdan kir tara bêjingê. Kurdan bi seriyekî germ xwe li wê kemînê qewimandin, mîna kewên gozel yek...
  • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

    Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
Lotikxane