Ji bo zarokên Kobanê dan lotikan

Firildeq Elî

Komek Kurdên doxînsist, hunermend, helbestvan û lotikvanên Kurdîhez li Stenbola malkambax gîhan hev û ji bo alîkarîya

faruk-berivan

zarokên Kobanê dest bi lotikan kirin. Van kesên qerase şahîyek qerase li dar xistin û di şahîyê de dê weledê xwe avêt. Di vê şahîya germik û nermik de hem pêwistîyên zarokên Kurd hatin peydekirin, hem jî bi stran û helbestên Kurdî mêvanên xwe serxoş û sermest kirin.

 

Li ser banga Komeleya Roja Zêrîn, Kurdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê li Stenbolê dijîn hatin cem hev û hevdu bi maç û ramûsanên xêrhatinê nermijandin. Bi vê lotika germo nermo, berpirsên komeleyê xwestin ku balê bikşînin ser zarokên Kurd û di vê demsala dijwar de piçek be jî alîkarîya wan bikin.

Di şahîya Komeleya Roja Zêrîn de doxînsist, hunermend û helbestvanên wek „Devliken Kelogirî, Rehîm Qoserî, Bêrîvan Zînzal“ û hinek lotikvanên din beşdar bûn, herkesî li gor hêz û karîna xwe çend lotik avêtin û piştgirîya zarokên Kobanê kirin. faruk-berivan2

Ez serê we neêşînim, ev lotik lotikek xweş bû, lotikek pîroz bû û hewceye ku di pêşerojê de jî lotikên bi vî awayî bên avêtin. Divê Kurdên me yên li „Kurdistana Stenbolê“ xwe jî û me jî ji lotikên xwe mehrûm nekin wesselam…

Kurdistana Stenbolê

 

About The Author