Coxrafiya netewî û coxrafiya şoreşê

Kerîm Perwîzî Neteweya Kurd li ser axa welatê xwe digel êrîşa bîhaniyan û dagîrkirina axa wî û malwêranî û kawilkariyê berbirû bûye, û bi sedan sal e ku di...

Kerîm Perwîzî

Neteweya Kurd li ser axa welatê xwe digel êrîşa bîhaniyan û dagîrkirina axa wî û malwêranî û kawilkariyê berbirû bûye, û bi sedan sal e ku di pêxeman cardin bidestxistina çarenivîsa xwe de xebatê dike.

Bi dirêjahiya dehan salên derbazbûyî û bigre sedsala derbazbûyî, bitaybet li Îranê, ev çewaşekariya dîrokî tê kirin ku, hemû neteweyên Îranê xwediyê dîrokeke hevpar in û bi aştî li kêleka hevdu jiyana xwe dewam kirine! Eva di demekî de ye ku neteweyên Turk û Kurd û Ereb û Belûç û Turkemen, bi awayekî berdewam hatine tepeserkirin û tenanet gellek caran jî hatine qirkirin. Eva dîroka hevpar nine di navbera neteweye serdest û neteweya bindest de, belkî du rûyên dîrokê ne, rûyek zulm û zordarî, û rûyê din zulm û zorlêkirî!

Di nava neteweya Kurd de bi dirêjahî û panahiya axa Kurdistanê, netweya Kurd digel zulm û zordarî û kawilkariyê berbirû bûye, û coxrafiya netewî ya wî ji Makû û Selmasê bigire heya Îlam û bajarên jêrdetir, vedigire. Lê şoreşek ku hatibe kirin, seranserî ev coxrafiya netewî li xwe negirtiye, û niha jî Rasan a Rojhilat, di qonaxên despêkî a xwe de ye, û hêj coxrafiyek berfireh li pêşber heye ku gerek bixe bin bandora xwe. Eva xincî vê ye ku Kurd li bajarên Tehran û Îsfehan û Qezwînê jî hene û bitaybetî li Bakûrê Xorasanê bi sedan hezar kes hene ku ji aliyê deshilatdarên Îranê ve, li ser axa xwe hatine derxistin û dûrxistin.

Dema mirov li xebat û serhildnên netewî ên gelê Kurd dinêre, coxrafiya netewî û coxrafiya şoreşê di qonaxên curbicur ên dîrokê de, bi sedemên curbicur weke hev nebûne, û coxrafiya şoreşê hemû coxrafiya netewî lixwe negirtiye, ji aliyê din ve dujminê sereke yê gelê Kurd, wate rejîma sereberedayî a Tehranê, berdewam hewla hiloşandina coxrafiya netewî û netewa Kurd daye, da ku wan ji şoreşê dûr bixîne.

Hêza pêşmergeyê Kurdistanê pêşengê şoreşê ye, û erkê sereke yê pêşmerge bûye ku bi dirêjahiya dîroka serhildanan, agirê şoreşê bibe her derekî welatê xwe yê dagîrkirî. Lê niha û di vê sedsala nû de ku bi hezaran guherînkarî di bingehên zanyarî û têgihîştinêna civakê û herweha alavên peywendiyan û …hwd çê bûne, bitaybetî di Rasana nû a Rojhilatê de, xincî pêşmerge, erkê ser milê parên din ên civakê ye ku agirê şoreşê geştir û gerimtir bikin.

Şoreşa netewî û demokratîk, şoreşek e bona vê ko hemû qat û texekî civaka Kurdistanê bi aramî û asûdeyî bijîn, û şoreşek e bona bidestveanîna azadiyê bo hemû parên civaka Kurdistanê. Şoreşa netewî-demokratîk, şoreşek e di pêxema selimandina keramet û hebûna netewî de, lewra bi peydakirina rê û mîkanîzmên pişikdariya tevaliyan, dikare geştir û ji serkevtinê nêzîktir bibe. Rasan a Rojhilat gerek pêngav bi pêngav û qonax bi qonax coxrafiya şoreşê û coxrafiya netewî, wekhev bike.

KurdistanMedîa

Beş
Mêvan

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

Zêdetir

  • Îxanet!

      Şeyhmûs Ozzengîn Yek ji endamê Meclîsa Netewî a Tevgera Goran bi navê Karwan Haşîm, beşdarî programeke kanelekî Kurdî bû. Karwan Haşîm, di axivtina xwe ya di wê bernamê de...
  • Dawet ferikî, berbûk hetikî

    Hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya meclîsa Tirkîyê di 24ê Hezîranê de pêk hat û bi dawî bû. Dîrok dîsa dubare bû, heman tas û heman hemam, heskes gîha meqsed û...
  • Doza Kurd û Hilbijartin

    Xidir Ûso Ev bi dehên salan e ku her dema hilbijartina endamên parlamentoya tirk tê, rojeva cıvata Kurd jî bi nîqaş û munaqeşeya hilbijartin û sîyaseta dewleta tirk tê...
  • Li Bakur Siyaseta Çolkirinê…

    Şerefxan Cizîrî Heke Kurdên Bakurê Kurdistanê di nava xwe de tifaqên Milî ava nekin, ji hêla netewayetiyê de li pêşiya Kurdên Bakur çoleke zıpîzûwa heye… Doz ne ya partiyeke...
%d Bloggern gefällt das: