Wey ez çavê tirsê bixwim loooo

Referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat û ji %90 zêdetir Kurdan gotin ERÊ û doza Kurdistanek serbixwe kirin.

Çêbûna referandûmê û helwesta mêrane ya Serok Barzanî, qûş li rayedar û serok û merokên temamê dagîrkerên Kurdistanê qetand, tir ji wan berda û ew virikî û zikêşî kirin, ew ji mêranî xistin. Sekn û mêranîya Barzanî hişk ku serokên dewletên dagîrker kezebreşî bibin û hew karibin herin ser doşekên jinên xwe jî.

Belê, bi xêr û selamet referandûm pêk hat û rê ji dewletbûna Kurdistanê re vebû. Erê her çiqasî piranîya dewletên dinyayê nerazîbûna xwe didin diyarkirin jî, lê êdî fîşek ji devê tifingê derketiye û hew kes kare Kurdan bi Bexda û mexdayê bixapîne. Kurd êdî doza serxwebûna xwe dikin û ev doz jî tirsek mezin û bê çare xistiye dilê serokên Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyê.

Û çima?

Helbet gava Başûrê Kurdistanê serbixwe bibe û bibe dewlet, wê fikar, raman, daxwaz û hestên netewî-Kurdistanê pêşdetir bikevin, wê netewperwerîya Kurdan xwe bigihîne asta herî bilind û wê Kurdên parçeyên din jî doza cudabûn û serxwebûnê bikin. Aha evê tirsê qûn li dagîrkeran qetandiye û bê eraq ew serxweş kirine.

Axir, mesela me li ser Wezîrê Karê Derve yê Sûrîyê Walîd Muallim bû.

Piştî ku referandûm bi serfirazî û serketî pêk hat, bû vitvita qûna rayedarên rejîma Sûrîyê û tirsa referandûma serxwebûna Rojavayê Kurdistanê ket dilê wan. Tirsa wan ew e ku Kurdên Sûrîyê jî doza cudabûn û serxwebûnê bikin û di kefenê 101 bavê wan de bimîzin. Ji ber vê yekê jî, ji niha ve dixwazin bi hinek gavên germik û nermik, piçûk û hindik zikê Kurdan têr bikin û wan ji serxwebûnê dûr bixin.

Ez serê we neêşînim kezebno, Wezîrê Karê Derve yê Sûrîyê Walîd Muallim efendî ji Ajansa fermî SANA re daye lotik û zîtirkan û gotiye: „Ez bi serê Beşer esed kim, piştî go me qûş li DAÎŞê qetand û ew bi cehnemê şad kir, em karin bi brayên xwe yên Kurd re rûnên û li ser pêşeroja formulekê li hev bikin“ filan û fîstan.

Yanî, qûnreşên Sûrîyê karin li ser otonomîyekê bi Kurdan re rûnên û li hev bikin ha.

Kuro oxlim, ji xwe brayên te yên Kurd Federasyon ava kirine, ma çavê te lê ye tu wan ji hespê daxî û li kerê siwar kî kewaşe?

Ma piştî federasyonê brayên te yên Kurd qîma xwe bi otoomîyê tînin oxlim?

Danexe oxlim, danexe. Piçekî bilindtir bike, mezintir bifikire.

Meselen behsa serxwebûna brayên xwe yên Kurd bike lo, ma otonomî dikeve ber diranên brayên te yewel?

Aha tirs tiştekî wilo bi xof û mezin e ha gelî lotikvanan.

Hûn dibînin bê tirsa referandûm û serxwebûnê çawa meriv mecbûrî hinek tiştan dike newlo…

Wey ez çavê tirsê bixwim û hew..

 

 

About The Author