Silhoyê me xweserî kiriye qurban

Aram Serhedî

Li ser bextê tolaz, zinêkar û doxînsistên bajarê Amedê be, dibêjin Hevserokê HDP cîgerim Silho Hesintaş dîsa lotikek paşpaşkî avêtiye û Kurd kirine bi qurbana berjewendîyên xelklerên qûnreş.

Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên nava HDP be, dibêjin xalê me Silho Hesintaş ji çapemenîyê re gotiye: „Binerin oxlim, heke me serokatîya Erdogan qebûl bikira, meyê hertişt bi dest bixista, meyê xweserî jî bi dest bixista. Yanî, wê Kurd bigîhana gellek mafên xwe. Lê me nekir. Em li xelkên din yên Tirkîyê fikirin. Ma Kurd can in, xelk bacan in babam! Em tenê li Kurdan nafikirin, em ji bo temamê xelkên Tirkîyê dixebitin“ filan û fîstan û qûna bavê xelklerên Tirkîyê..

Ji alîyê din, Silhoyê me gotiye: „Gelê Kurd heye, Kurd neteweyek e û niştimanê wî jî Kurdistan e“ û daye lotikan.

Yanî, Silhoyê me hem li nêl xistiye, hem li bizmêr.

Wek hercar lo!

Ê başe xweşiko, cîgerim, madem we karîbû bi rehetî û hêsanî xweserî bi dest bixista, çima we nîha kefenê 101 bavê Kurdan û ew ji xendek û koncalên xweserîyê re kirin qurban? Madem bê xwînrijandin we karîbû xweserîya Kurdan bi dest bixista, çima we Kurd kirin bi qurbana xelklerên qûnreş û dolheram? Çima we xendek û koncalên xweserîyê li bajarên wan xelklerên xwe nekolan û ew jî nedan kujtin?

Ê de bajo Silho bajooooooooo!

Ez bi serê te û xelklerên te kim, êdî ne Kurd karin we ji destê Erdogan xelas bikin û ne jî xelklerên te wesselam.

Êdî qûna reş û spî eşkere bûye babaaaaaaa!

About The Author