Rûhanî, virde bir û wirde anî

Diyar Baban

Rêvebirên dewletên dagîrkerên Kurdistanê hemû heman gû û rîx in. Tu dibê qey hemûyan tif devê hev kirine, wey li wî ye ku Kurdan bi vir û derewan bixapînin û xwe li ber dilê wan şîrîn bikin. Wek dibêjin, şûjina di çavê xwe de nabînin û herkes xwe wek parêzer û hamîyên Kurdan dibînin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Mahabadê be, dibêjin Serokwezîrê Îranê û Şaşikmezinê Rîhdirêj Hesen Rûhanî, hatiye bajarê Mahabadê û dest bi lotikan kiriye.

Dibêjin Rûhanî li Mahabadê ji Kurdan re axivî ye û gotiye: „Ey Kurdino, me çawa Bexda ji qûnekên DAÎŞê paraztibe, me Hewlêr jî wisa paraztiye. Ê de ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û ji min re bêjin, Kurd li Îranê di bextewarî û ewlekarîyê de dijîn, yan li welatekî din? Berî nasnameya etnîkî, em hemû misilman in“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Law oxlim, çima tu ji Kurdan vê pirsê napirsî:

Kurdino, gelo herî zêde hûn li îranê tên îdamkirin û şeniqandin, yan li welatekî din?

Belê, xuyaye li gor sofîk û melayên Tehranê, îdamkirin û şeniqandina Kurdan ji wan re bextewarî û ewlekarî ye.

Law hey nizanim çi, roj namîne ku hûn Kurdan li Îranê îdam nakin û wan naşeniqînin, îcar bextewarî li ku ma, ewlekarî li ku ma oxlim!

Mahabad

About The Author