Aqûbet li serê misilmanan be

Antonîo Vêga

Îslamîst û misilmanên her çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi navê îslamê nîhane û dinihên gora 101bavê Kurdan û bi navê îslamê û bratîya ummetê wan dixapînin. Tew gava serxwebûna Kurdistanê tê rojevê, bratîya îslamê zêdetir tê bîra wan û dest bi zirrê dikin. Ji bo rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin, li ser navê îslamê çi dek û dolab, çi fen û fût hebin, dixin jiyanê. Yanî, serxwebûn û dewletbûn ji wan re adet, lê ji Kurdên reben re qebhet e wesselam..

Axir..

Mijara me li ser Vatîkanê û xiristîyanan bû.

Li gor zinêkar û tarikselatên Îtalya û Vatîkanê dibêjin, xiristiyanên Vatîkanê bi yekdengî û yekrêzî piştgirîya serxwebûna Kurdistanê û helwesta Mesûd Barzanî dikin. Bi duayên xwe, bi alîkarî û dilgermîya xwe piştgirîya Mesûd Barzanî û dewletbûna Kurdistanê dikin.

Û misilmanên me?

Ango ew sextekar û dolheramên ku bi sedê salan e li ser navê bratîya îslam û ummetê rê li ber serxwebûna Kurdistanê digirin?

Ew jî qûna xiristiyanan dalêsin, zinê bi bratîya îslam û ummetê re dikin û naletê li 101 bavê xwe û bratîya xwe tînin.

Ê de xwedayê mezin xêra xiristiyanên Vatîkanê binivîse û her yek ji wan 75 horîyên bihuştê bike nesîbê wan rebbî!

Roma

About The Author