Pîra 101 salî bû dê, hayhooo!

Antonîo Vêga

Nizanim ne ehmeqî ye, ne jî aqilmendî ye. Dayikbûna di temenê 101ê de çi aqil e nizanim. Yan jî belkî ez xeşîm û nezan bim, dîsa nizanim..

Pîra Îtalyan Anatolîa Verdatella 101 salî ye. Di 48 salîya xwe de raserî pençeşêr û kansera rehîmê hatiye û ji ber wê nexweşîyê jî, nebûye dêya zarokan. Anîna zarokan di dilê weê de wek hisretek mezin maye û ew hisret mezin bûye.

Axir…

Piştî mêrê wê di 1998an de miriye, dest bi rêya avik û spermên cuda ducanî bû. Yanî bi hemil bû. Û piştî neh mehan zarokek xweşik û rindik anî dinyayê.

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, wê ev pîra virçolaqî çi bike ji vê zarokê, wê çawa wê xwedî bike û mezin bike yaw?

Belkî pîrê piştî çend mehên din berê xwe bide axretê û zarok jî sêwî û li ber dîwaran bimîne.

Yanî dayikbûna te hêjaye çi pîrêêêêêêê, qûn hevîrê!

Roma

anatolia verdatella2

About The Author