Serê xwe li dîwêr xin û ziman hîn bibin

Antonîo Vêga

Zilamê bi navê C.K ê 50 salî, Îtalyan e û ji zimanê Îtalî pêve zimanên din nizane. Erê çend gotinên Fransî zane, lê ew çend gotin jî bi kêrî tiştekî nayên.

Axir, C.K rojekê aciz dibe û serê xwe li dîwêr dixe. Ew roj ev roj e, mêro bûye Frasiz û wek bilbil bi Fransî diaxive. Ne tenê zimanê Fransî diaxive, wek yekî Fransiz, tenê xwarinên Fransî dixwe, cil û berên Fransî li xwe dike, li muzîka Fransî guhdarî dike, rabûn û rûniştina wî jî bûye wek a yekî Fransî.

Niha pispor û textorên Îtalyayê lêkolînek mezin li ser C.K û rewşa wî dikin. Hinek pisporên zimên gîhane wê bawerîyê ku êdî pêwistî bi perwerdehîya dibistan û zanîngehê nemaye. Çi kesê ku bixwaze di demek kurt û kin de hînî zimanekî biyanî bibe, bela serê xwe li dîwêr xe û mesele safî dibe.

Îcar tembîya min li we be gelî lotikvanino, ji bo hînbûna zimên zêde wextê xwe winda nekin û mesrefet mezin nekin. Hema wek C.K serê xwe li dîwêr xin û hûnê zimên xitim bikin wesselam…

Haaaaaa, û tiştekî din..

Ji ber ku serê Kurdan hişk e, divê Kurd serê xwe ducarî li dîwêrxin ha…

Roma

About The Author