Şewat bi bêran nayê vemirandin!

Rêwîyê Kal

Li gundekî agir bi mala yekî ket, şewat derket. Mêrik kire qêrîn gazî û hawara xwe gihand cînaran. Heta cîran hatin wî bi derfetên destê xwe xwest ku agir vemirîne, lê agir bi cilên wî jî girt. Çend cîranên kêmaqil xwe gihandin wir, ewilî bi bêran li wî zilamî xistin ku agirê pê girtîbû vemirînin. Şewat vemirandin, lê zilam jî bi lêdana bêran perîşan kirin werhasil!

Li Başûr, li Bakur, li Rojavayê Kurdistanê agir bi sîyaseta Kurdan ketîye, cil û berg bi hev re dişewitin. Yan wê bi bêran hevûdu perîşan bikin û di vî agirî de bi şewitin, yan jî wê bi hiş û bi aqil vî agirî vemirînin ku Kurdistan jî ew jî xesarê nebînin!

Wext ne dereng e, werin li ser serxwebûnê li hev bikin û me hemûyan bi xwe re neşewitînin. Ku ev fersenda sed salê jî berhewa bibe, fayda kilama ‘heylo bavo’ ji kesekî re tune wesselam!

About The Author