MAL NÎNE KERXANE YE!

Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku bi salan dom dike.

Piştî cejnê li bajarekî Tirkiyê çûbûm nexweşxanê, li tenişta min du kalemêrên Tirk rûniştîbûn. Cejna hevûdu pîroz kirin, paşê dest bi laqirdî û henekan kirin. Ez jî guhdarê wan zilaman bûm. Yekî ji yê din pirsî:

– Cejna we çawa derbas bû? Zarok û nebîyên te hatin yan na?

– Baş bû, kurê min ê Stenbolê hat, keça min ji Îzmîrê hat. Cejna we çawa derbas bû?

– Wê çawa derbas be, hersê kurê min bi malbatî hatibûn. Keçên min jî tevî cewrikên xwe hatibûn.

– Êê, te pere mere da nebîyên xwe?

– Qe nepirse, heke ew hezar paxnotê îkramîyê neba minê çi bikira nizanim! Mala min mal nîne kerxane ye, keç û kurên min hema nîhane û cewrik peyda kirine. Her zarokekî pênç paxnot bidayê kêm bû, min deh paxnot da her zarokekî, ez perîşan bûm.

Ku wî zilamî got:”Mala min mal nîne kerxane ye” min xwe negirt ez kenîyam, rabûn ji min dûr ketin werhasil

 

About The Author