Hûn heta sibê bikin zirt û virt fêde nake

Diyar Baban

Belê, bi xêra lotik û zîtirkên DAÎŞê Iraq bûye wek çêleka nav garanê û herkes dixwaze bazde ser wê. Lê bawer bikin, gan û nîhandinên herî xweş wê Kurd bi wê çêleka nav garanê re bikin. Wê hem gan û nîhandinên xwe pê bikin û hem jî Kurdistanek serbixwe jê derxin holê.

merziyeÎro Kurdekanên başûrekanim li beramber avakirina Kurdistanek serbixwe ne. Heke vê fersenda dîrokî bi aqlêselîm bikar neynin û dîsa bidin dû kuna Ereb û Farisên qûnreş, carek din fersendek bi vî awayî nakeve destê wan. Û ji ber vê fersenda dîrokî jî, hem Nûrî El Quzê kerê, hem sofîk û melayên Îranê, hem hinek lotikvanên PKK û PYD û hem jî hinek potînalêsên di nava YNK de, li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Dîxwazin Kurd serbixwe nebin û heta bijîn kole û xulamên dewletên dagîrker bin. Dixwazin bi navê çîrok û çîvanokên bratî û ummetê Kurd mirîd û nobedarên sînorên dewletên dagîrker bin. Lê reva pisîkê heta bi dawîya kadînê ye. Êdî Kurd nema bi van çîrok û çîvanokan dixapin û dahola serxwebûna Kurdistanê li başûrê welatê me lêdixe.

Axir, di vê derbarê de Berdevka Wezareta Derve aya Îranê jinikoka bedew û seksî xanim Merzîye Efxem lotikek zêdeyî çarçefa xwe avêt û mîrkutek li nav serê Kurdan xist.

Xanima fisek Merzîye Efxem di preskonferansekê de axivî, zîtirkek Fariskî avêt û got: „Daxuyanîyên ku ji bo serxwebûna Kurdistanê tên dan, xizmeta dijminên Iraqê dikin, dijminên Iraqê van daxuyanîyan didin. Ev daxuyanî ne di berjewendîya Iraqê de ne. Temamê derûdorên siyasî li gel yekîtîya Iraqê ne, helbet em jî li gel yekîtîya Iraqê ne. Ev fitne û fesadî tev ji bin serê Amerîka û şeytanên mîna wî derdikevin“ filan û fîstan û çarçefa Merzîye xanim.

Werhasilî kelam, dibêjin „Hasil gîhaye Mûsilê“.

Îcar Hasil Gîhaye Mûsilê Merzîye xanim.

Tu xwe biçirînî jî, tu çarçefa xwe çîrvîrî hev bikî jî, tu şaşika Hesen û Hisên bidî serê xwe jî, êdî fêde nake. Êdî tenûra Kurdistana serbixwe bi tir û fisên we germ nabe û xelas…

Mahabad

 

 

About The Author