Doza Kurd û Hilbijartin

Xidir Ûso

Ev bi dehên salan e ku her dema hilbijartina endamên parlamentoya tirk tê, rojeva cıvata Kurd jî bi nîqaş û munaqeşeya hilbijartin û sîyaseta dewleta tirk tê dagirtin.

Demên berî 1980 an, di resmîyetê de her tiştê ku têkildarî Kurd qedexe bû, civata Kurd, dewleta tirk wek dewleta xwe his nedikir, bi rêya serok eşîr, axa, beg û şêxên xwe, beşdarî sîyaset û hilbijartina dewleta mêtinkar dibû. Ya ji gundên xwe re, av û elektrîk dixwestin, yan jî ji bo wan ji bela dewletê biparêze, merivekî xwe dişandin meclîsa tirk. Lê armancek wan ku behsa mafê Kurd bike tune bû…

Ji roja ku Komara Turkîye avabû, dest bi inkar, asimilasyon û jenosîda cıvata Kurd û hemî hebûna wê hat kirin. Kurdên doza mafekî kir û xwe bi rêxistin kir, mêtinkarîya tirk êrîşî wan kir û wan ji holê rakir.

Piştî talan, wêrankirin, qirkirin û koçberkirina bîst salan ya Komara mêtinkar, gelê Kurd xist bin guvaşa cedereya mêtinkarîya nîjadperest.

Di salên 1950 û ’60 an de, beşek rewşenbîr, axa û begên Kurd yên welatperwer, xebat û rêxistinîya doza Kurd meşandin. Tevlî ku sîxur û karmendên dewleta mêtinkar gav bi gav li dûv wan bû, her ji çend salan dest bi rewşên awarte, derbên leşkerî û sûîqest, girtin û kuştinên komelî kirin jî kovar desrxistin, li ser dîrok, çand û zimanê Kurdî xebat kirin, partî (PDKT) û komel (DDKO) avakirin.

Di salên 1970 an de, tevlî hemû zordarîyan, her çend bi kontrol û kêmanî be jî pêşveçûna civatê ya di warê aborî û perwerdeyî de, demokrasîya qismî û îzafî li Başûrê welat bidestxistina mafê otonomî û piştre Şerê Qiyadê, li Bakurê Kurdistanê tevgera Kurd bi girseyî bi pêşde xist.

Mêtinkarîya tirk, bi azînên şîddetê re, xebitî ku bi rêya sîyasetê jî civatê hêsîr bigire û bibişêfe. Ji bo civata xwe têxe bin kontrolê, bi destê îstixbarata xwe, çawa cudareng partîyên çep û rast yên legal û îlegal da avakir, li Kurdistanê jî ket nava vê xebatê.

Rêxistin û partîyên ji alî dewletê ve hatin avakirin û kontrolkirin, yê bi navê ometê tevgerîyan gotin: “em tev ji ometa Musluman in, kurd û tirk birayê hev yên Musluman in, divê em ometê perçe nekin!” Helbet qest ne biratîya Muslumanî ye, biratîya dewleta mêtinkar e!

PKK û sazîyên pê ve girêdayî jî pêşî wek taktîk, doza Kurd û Kurdistan bi daxwazên herî rast û di cîh de parast; lê bi zimanê mêtinkar sîyaset kir, îlegalîte esas girt û şîddet wek rêyek deşîfrasyonê û bi tûmî qetandina ji sîstemê bi karanî! Got:

“Kurdistan mêtingehek klasîk e û Turkîye jî bi darê zorê ew dagîr kirîye, di warê sîyasî û aborî jî ilhaq kirîye. Loma tekoşîna Gelê Kurd ya dij mêtinkarîyê, rizgarîya welat û serxwebûna netewî ye. Ji bo ku dewleta mêtinkar, hemû rê û rêbazên tekoşîna demokratîk li pêşme girtine, em mecbûr in li ser hîmê çekdarî xwe bir rêxistin bikin. Kes û rêxistina ku serxwebûna Kurdistanê û yekîtîya çar perçê Kurdistanê nexwaze û ji bo vê armancê şerê çekdarî red bike, bi doza Kurdistan re xayin e!”

Piştî panzde sala şerê çekdarî ku serokê PKK A. Ocalan hat Turkîye, got: “armanca min ne perçekirina Turkîye ye, ez amade me ji bo Turkîye xizmet bikim, destûr bidin ez partîya xwe û gelê Kurd jî di xizmeta vê dewletê xim!” Piştî vê helwesta Ocalan, sazî û rêvebirên bi PKK ve girêdayî, li her çar beşên Kurdistanê armanc û bernameyên xwe li gor daxwaza serokê xwe guhertin û êdî li gor berjewendîyên mêtinkaran helwest danîn û tevgerîyan!

Ji salên orta 1970 an û heta îro dewleta tirk ya mêtinkar û PKK bi hevre êrîşî tevgera Kurd ya netewî kir û ew lawaz kir; loma wek hêz tenê PKK û sazîyên pêve girêdayî li meydana sîyasetê man.

Ji alîkî de PKK û partîyên pêve girêdayî, eşkere dev ji serxwebûn û yekîtîya perçê Kurdistanê berdaye. Ji alî din ve jî dewletên mêtinkar û sazîyên wan ku heta doh ne meşrû didît, êdî meşrû dibîne, lê xwedî derdikeve û wek helwestek rast pêşkêşî gelê Kurd dike.

Eşkere ye ku li hember mafê gelê Kurd, qanûn û sîyaseta dewleta mêtinkar ya faşîst nehatîye guhertin. Qanûn, sonda wekîltîyê û sazîyên dewletê yên li ser înkar û tunekirina gelê Kurd avabûye berdewam e! Heger rastî ev be, şerê 34 salan ji bo çi bû ku bi hezaran gund hatin şewitandin, bi mîlyonan êl û eşîr ji warê xwe koçber bûn, bi dehhezaran zarokên Kurd hatin kuştin, bi sedhezaran merivên Kurd di îşkenceyên giran re derbas bûn û di zîndanan de rizîyan, erz û eyalên wan jî rezîl û perîşan bû!..

Lê tevlî ku di rêvebirin û helwesta dewletê de tu guhertin çênebûye, partîyên li ser navê doza Kurd avabûne, vê dewleta mêtinkar wek dewleta xwe bibîne, biçe meclisa wê û sonda faşîst û nîjadperest bixwe, beşdarî çalakî û sazîyên vê dewletê bibin, ziman û sîyaseta vê dewletê bixebitîne û xwe bisipêre qanûnîyeta vê dewletê û tevlî ne mumkun e, bêje: “emê bibin hukumet û vê dewletê demokratîk bikin” wateya vêna çiye!? Armanc radestbûna vê dewletê ye, xapandin û tunekirina gelê Kurd e.

Mêtinkarîya tirk, bi sîyaseta çavsorî pêşî Kurd mecbûrî ilegalîte û şiddetê kir. Loma şîdeta xwe ya li dijî neteweya Kurd meşrû rêdan û zor da asîmîlasyonê.

Niha jî beşek ji tevgera ku li ser navê Kurdan sîyasetê dike, ji dêvla dewletê, civata Kurd seferber dike ku qanûnîyeta nijadperest ku hebûna wî înkar dike qebûl bike û beşdarî hilbijartinan bike, nûnerên ku nikaribe hebûn û mafê wî biparêze, bişîne meclîsa ku li ser tunebûna wî ava bûye!

Divê tevgera Kurd li Bakur dev ji durûtîyê berde; divê ya vekirî mafê gelê Kurd yê neteweyî biparêze ya jî dev ji xapandina gelê Kurd berde, mala wî xera neke û xwîna zarokên wî li dijî berjewendîyên wî nede rijandin!

Hêvîya gelê Kurd bi hilbijartinên dewleta mêtinkar ve girêdan, durûtî û xapandin e. Ev nêzî heftê salî ye ku hilbijartin çi encamê didin, disa wê yek encam jê derê. Tenê li ser pişta perîşanîya gelê Kurd wê hinek bibin xwedî mûçeyên qelew!

About The Author