Li Bakur Siyaseta Çolkirinê…

Şerefxan Cizîrî

Heke Kurdên Bakurê Kurdistanê di nava xwe de tifaqên Milî ava nekin, ji hêla netewayetiyê de li pêşiya Kurdên Bakur çoleke zıpîzûwa heye…

Doz ne ya partiyeke ye, ne ya saziyeke ye, ne ya şexsekî ye, ev doza ya hemû Kurdan e.

Ji bona ku mirov vê rastiyê bibine, hewcedarî bi felsefeyeke kûr tuneye, hewcedarî bi pisportiya siyasî tuneye, hewcedarî bi megalomaniyê tuneye, hewcedarî bi hezaran pirtûkên sosyoloji tuneye, hewcedarî bi teoriya siyasi jî tuneye…

Tiştê ku ez li vir nişaneyê pê dikim tiştekî şênber, Kurdperwer, mirovî, civakî û dîrokî ye.

Ez weke çavderekî siyasî û civakî li pêşiya xwe temaşe dikim û pêşbinî dikim; heke Kurdên Bakur hevbeşbûna Kurdan, tifaqa Kurdan, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, nirxên milî di siyasetê de ji xwe re nekin bingeh, wê tênê li pêşiya Kurdan çolkirin hebe. Ez çavderiye dikim ku rewrewkên vê çolê ji bona siyaseta ku ne milîyê nûha xwe baş diyar bûne. Heke Kurd ji vê yekê bi hevdû re aqilekî bigirin û biaqilane, hevbeş û bi dildarî tevbigerin, hîna jî wext ne dereng e. Em dikarin li himber siyaseta çolkirine bi hevdû re rawestin û projeyeke milî derxinîn pêşberi civaka Kurdan.

Yên ku hest û ramanên netewî bi wan re hebin, divê nehelin ku Kurd berê xwe bidin vê çola ku ne av lê heye, ne jiyan lêheye û ne şînahî lê heye. Ango cihê ku jiyana Kurdewari lê tune be, ji bona doza netewî divê em xebat û fedakariyê bikin, divê em tiştên tehl -demkî jî be daqûrtînin. Hevdû tehamûl bikin, em Kurd hevdû qebûl bikin. Em Kurd divê bikaribîn di nava projeyeke milî de bi hevdû re bijin. Ma mirov tenê ji bona şexsê xwe, sazîya xwe û partiya xwe siyasetê dike? Ma civak tenê ji şexs, sazî û partiya me pêk tê? Ma peşêroja Kurdistanê ne ji ya parti û saziyan, ne ji ya şexs û malbatan giringtir e gelo?

Heke civak piralî be, divê helwest û siyaset jî piralî be! Bêşik hevbeş be jî! Ango lihevdû hatineke milî ji bona civaka Kurdan pêwistiyeke exlaqî, felsefî û dîrokî ye.

Ez çavderiyê dikim ku Kurd rojane ji fikir û ramanên Kurd û Kurdistanê bihêsanî bidûr dikevin. Ji welat koçber dibin. Ji tevgirêdanên welat qût dibin. Zimanê xwe ji bîr dikin. Bi serdestên dagirkeran re tolaziyê dikin. Ji bona ku di nava sosyete û sermayedarên dagirkeran de cîhêkî bîbînin, dikevin hemû qaliban. Li zengilê hemû deriyan dixînin. Li aliyê din nifşê ku ji hest û nirxên milî bidûrketine gav bi gav mezin dibin û hejmara wan zêde dibe. Di nava Kurdan de yên ku berê xwe didin parti û saziyên dagirkeran û roj bi roj ji hebûna xwe ya milî bi dûr dikevin jî hene.

Ev dîyarde hemû bi hevdû re nîşaneyên rewrewka çolê ne.

Dîsa mirov di siyaseta Kurdan de dibîne dike ku hejmara mirovên Kurd ku ji bê tifaqî û pêşeroja Kurdan gazinan dikin zede bûne. Lê di vir de sergêjiyeke mezin heye. Mirov dikare di vi warî pêrgî partiyeke sergêjan jî bibe. Ji aliye tifaqan de sere wan ne baş zelal e. Gazinan ji her tiştî dikin lê projeya wana ji bona pêşeroje Kurdan tune ye. Her kesî bi xwefiroşiyê tawanbar dikin! Dibêjin; tifaq jî ez im û yekiti jî ez im…

De werin îcar vî kerî di vê neqebê re derbas bikin lo!

Dîsa ew ên ku hemû curê partiyên dagirkeran li Kurdistanê ava dikin, pêşengiya wana dikin ji ezmanan daneketine Kurdistanê. Ma ew jî ne Kurd in gelo? Berjewendiyên xwe yên demkî ew derdorana di ser yê pêşeroja Kurdistanê re digirin. Ev jî rastiyeke me Kurdan e. Hûn herin kîjan bajar û bajarokê Kurdistanê hûn dê li her deveran pêrgî partiyên sistemê bibin. Ango Kurdistan ne tenê ji aliyê leşkeri û ewlekariyê de hatiyê dagirkirin, welatê me sîyasî jî hatiyê dagirkirin. Ji aliyê fikir û raman de hatiyê dagirkirin, ji aliyê hest û helwestan de hatiyê dagirkirin. Welat ji aliyên sembolên dagirkeran de hatiye miştkirin. Raya giştî ya Kurdan jî stêrîkên li ezmanan dihejmêr in û bahwer dike ev karekî netewî ye!…

Li miqabilî vê yekê divê Kurdperwer hemû potansiyela Kurdewariyê derxînin qada siyasetê. Madî û manewî divê em hemû bi hevdû re paleyê ji bona doza Kurdistanê bikin. Hicetên biçûk û teramera divê nebin asteng li pêşberi doza welat. Yên ku xwe navenda her tiştî dibinin divê bizanin ku civaka Kurdan ne tenê ji wan pêk tê. Em Kurd di civakeke pirnavendî de dijin û huner jî ev e ku mirov wan navendan di nava xwe de kordinê bike û hemû navendan – biçûk û mezin- di projeya milî de binê cem hevdû.

Heke em Kurdperwer bin, divê pencere û deriyên me ji hemû Kurdan re vekiribin. Divê mirov ji diyalogên di nava Kurdan de netirse. Divê Kurdperwer amade bin li ser nirxên netewî û mirovî bi hemû kesan re karibîn bidin û bistînin.

Tê zanîn ku li Rojhilata Navin listikên siyasetê mezin in, hûtên heftserî di nava tevgeran de ne û ji xwe re li nêçirê digerin, Kurd jî li vê erdnîgariyê dijîn û mirovên Kurdperwer jî divê li gora vê rastiyê helwestên xwe yên milî pêş de bibin!

Ma ji bona ku mirov van rastiyan bibîne hewcedarî bi çewaleke gotinên vala heye gelo?

BasNews

About The Author