Dawet ferikî, berbûk hetikî

Hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya meclîsa Tirkîyê di 24ê Hezîranê de pêk hat û bi dawî bû. Dîrok dîsa dubare bû, heman tas û heman hemam, heskes gîha meqsed û miradê xwe û daweta hilbijartinê ferikî.

Erdogan bu serokê Tirkîyê û sîstema serokatîyê dest pê kir. CHP di cihê xwe de hejmart, HDP dîsa ket (yan jî xistin) meclîsê û bi ÎYÎ Partî yê re dengên nîjadperestên Tirk di meclîsê de zêdetir bûn.

HDP Selahattîn Demîrtaş kir namzetê serokkomarîyê û bû sebebê ku Demîrtaş bê xerckirin û di zindanê de bimîne. Halbûkî heke HDP Demîrtaş wek wekîl destnîşan bikira, wê ji %500 ray û deng bistenda, wê bibûya wekîl û derfetek mezin çêdibû ku ji girtîxanê derkeve. Lê HDP ev yek nekir, yan jî pê nedan kirin. Ji xwe piranîya ray û dengên ku Kurdan dan HDP, ji bo rewş, xatir û hezkirina Demîrtaş bû. Bi dûrxistina Demîrtaş re êdî hefsarê HDP bi temametî ket destê Tirk û çepê Tirkan û HDP bi yekcarî ji hestên Kurdayetîyê hat dûrxistin, bi temamî bû partîyek Tirkîyê û dozajoyê Tirkayetîyê.

Kurdan çima deng da HDP?

Ji roja ku PKK û HDP ava bûye û heta îro, Kurdan bi can û malê xwe alîkarî û piştgirî dane wan û bedelek mezin di ber wan de dane. Her çiqasî PKK û HDP ji nirxên Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dûr ketibin û neyartîya dewletbûna Kurdistanê dikin jî, li holê bedelek mezin heye û Kurd naxwazin zû bi zû bedelên ku bi salan dane bavêjin teneka zibil û xwedî lê dernekevin. Dan û xwedîlêderketina vê bedela mezin û tunebûna alternatîfek din, Kurd mecbûr kirin ku dîsa li HDP vegerin û rast yan xelet, baş yan xerab, li dijî zilm û zora dewletê piştgirîya HDP bikin.

Tunebûna alternatîfek xurt û Kurdistanî, jarbûn, sistî, bêmecalî û bêtaqatîya partîyên din yên ku ji xwe re dibêjin Kurdistanî, rêyek din ji Kurdan re nahêle ku Kurd dengê xwe nedin HDP. Îro em bixwazin nexwazin li Bakurê Kurdistanê 2 hêzên xurt û bi bandor hene ( ku di bingeh û armanca xwe de yek in). Dewlet û PKK (HDP). Her çiqasî herdu hêz şerekî bi şêwr û mişêwr, bi plan û proje li dijî Kurdan û doza  Kurdistanê dimeşînin jî, ji piranîya Kurdên Bakur re PKK-HDP wek alternatîfa li hember zilm û zora dewletê  tê dîtin û di wê bawerîyê de ne ku PKK-HDP partîyên Kurdan e û ji bo Kurdan tekoşînê didin. Ji ber van çend sedeman divê meriv ra, hesasîyet û helwesta Kurdan ya li hember PKK û HDP li ber çav bigre û ji bîr neke ku Kurdan bi can û malê xwe bedelek mezin di ber van partîyan de daye, tu alternatîfek din ku karibe li wan û li bedelên wan xwedî derkeve tuneye û naxuye jî. Ji ber ku Kurdên Bakur û Bakurê Kurdistanê halîhazir parçeyek ji Tirkîyê û çarenûsa Tirkîyê ne, piçûk be jî, Kurd çarenûs û hêvîyên xwe bi partîya herî nêzîkî xwe ve girêdidin û dengê xwe didin wê partîyê, ku ji bo wan ew jî îro HDP ye. Bi kurtî; HDP ji bo Kurdên Bakur alternatîfa bêalternatîfîyê ye.

Di hilbijartinên 2015an de HDP 80 wekîl û 110 şaredarî bidestxist. Ev yek di dîroka Bakurê Kurdistanê de şoreşek legal, demokratîk û mezin bû. Derfetek mezin û pir alî bû. Di dîroka Kurdên Bakur de cara yekem bû ku Kurd bi hêzek ewqas mezin diketin parlamentoya Tirkîyê û dibûn desthilatdarên 110 bajar û navçeyên Kurdistanê. Kurdên Bakur û hinek ji awira gelemperî ya Tirkîyê di vê hilbijartinê de şans û derfetek mezin dan HDP ku bi AKP û Erdogan re koalisyonekê çêkin û karibin pirsa Kurd û pirsên din çareser bikin, qe nebe pirsgirêkan kêmtir bikin. Lê mixabin, hem hinek destên di nava HDP de, hem Îmralî, hem PKK û Qendîlê  û hem jî CHP û cemaeta Fethullah Gulen rê li ber vê yekê girtin, nexwestin AKP û HDP koalisyonekê çêkin, nexwestin pirsa Kurd û pirsa xweserî yan jî eyaletan (federasyonê) têxin rojevê. Evan hêzên ku ji mezinbûn û berfirehbûna HDP û ji navdarî û populerîteya Selahattîn Demîrtaş tirsîyan û ji çareserîya pirsgirêkan re bûn asteng, rê û rêbazên din dan ber Demîrtaş û HDP û ew li dijî Erdogan û AKP sor kirin. Bi slogana (Emê te nekin serok) û bi kolana xendek û şerê xendekan HDP û Demîrtaş di çavê Erdogan û AKP de kirin dijmin, hem ev derfeta mezin têk birin, hem jî malik li Kurdan şewitandin, bajarên Kurdan bi serê wan de herifandin û bûn sebebê kujtina zêdeyî 7 hezar xort û keç, jin û zarokên Kurd. Erdogan ê ku dest bi avêtina ginek gavên demokratîk kiribû, dest bi mizakereyan kiribû û bi kêmanî rê li ber weşangerî û bikaranîna zimanê Kurdî vekiribû, bi saya serê siyaseta HDP û PKK li Kurdan bû agir û pizot û kerbê HDP û Demîrtaş di serê Kurdan re derxist. Em qebûl bikin yan nekin, hez bikin yan nekin, her çiqasî HDP bi destê Ocalan û MÎT a Tirkîyê hatibe damezirandin jî (Ocalan û Beşîr Atalay jî ev yek selimandin û qebûlkirin), ji Kurdên Bakur re halîhazir ji HDP pê ve tu alternatîfek ku karibe destê xwe li masê xe tuneye.

40 salên şerê çekdarî ji Kurdan re tiştekî berbiçav neanî û tiştekî bingehîn nehat bidestxistin. Heke li şûna PKK partîyek ku daxwazên Kurd û Kurdistanî bida pêş di 40 salan de şer bikira, gelo wê rewş bihata guhertin yan nehata guhertin, kes nizane. Lê şerê 40 salên PKK nîşan da ku Kurd halîhazir nikarin bi şer mafên xwe bidestxin û divê berê xwe ji şerê çekdarî ber bi siyaseta legal ve biguherin,  tiştên ku bi şer nikarîbûn bidest bixin, di siyaseta legal û di parlamentoyê de hewl bidin bidestxin. Ji ber vê; siyaseta legal, siyasetek demokratîk, Kurdistanî, maqûl û aqlêselîm ji bo Kurdan pêwist e û çûna ser sindoqan girîng e.

Partîyên Kurdistanî çima nabin alternatîf?

Di kiryar, kujtin, wêrankirin, valakirin û talankirina Bakurê Kurdistanê de em nikarin tenê PKK gunehbar bikin û xwe ji bin bar derxin. PKK çiqasî gunehkar be, rêxistin û partîyên li derveyî PKK jî hewqasî sûcdar û şirîk in. Rast e, belkî wan rêxistin û partîyan yekser Kurd nekujtibin û destê xwe bi xwîna Kurdan neşûştibin. Lê bi bêdengmayîna xwe, bi terkkirina qada tekoşînê, bi tenêhiştina Kurdan, bi siyaseta xwe ya “hindik û rindik“, bi siyaseta xwe ya “ez û ne kesek din“, bi siyaset û helwesta xwe ya “mîr im, lê ne kizîr im“ û bi siyaseta xwe ya “ bê bedel“ rûn li ser nanê PKK û dewletê kirine û Kurd di nav lep û pençeyên herdu alîyan de hiştine. Ev helwest û siyaset ji 1980î dest pê kir û heta bi îro jî didome. Partîyên ku xwedêgiravî navê Kurdistanê li xwe kirine û îro tabelayên wan li ser avahîyan hatine daliqandin, bi siyaseta xwe ya “belawela û tarûmar“ heta vê kêlîyê jî xizmetê ji siyaseta PKK û dewletê re dikin. Her çiqasî ev rêxistin û partî rasterast ne di bin sîwana herdu alîyan de bin jî (bi îcazeta dewletê û bi xêra hikûmeta AKP û Erdogan siyasetê bikin jî), ji bo ku nabin û nikarin bibin yek, ji bo ku nikarin hêvîyek mezin bidin Kurdên Bakur û ji bo ku newêrin yan jî naxwazin bedel bidin û derkevin pêşberî PKK û dewletê, gunehkar in. Yek ji sedema ku Kurdên Bakur dengê xwe didin HDP û PKK jî ev e.

Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 10 hêz û partîyên ku ji xwe re dibêjin  “Kurd û Kurdistanî“ hene. Ev partîyên ku bi siyasetek “hindik û rindik“, “bela piçûk be lê bela ya min be“ îro simbêlên xwe ba didin, çima nikarin bibin yek, çima nikarin di bin sîwanekê de bên ba hev û hêvîyekê bidin Kurdên Bakur, ji Kurdên Bakur re bibin alternatîfek? Ev hêz û partîyên ku piranîya wan xwe Barzanîcî yan jî alîgirên xeta Barzanî dibînin, çima tenê pişta xwe didin birc û helekên Amedê û berê xwe didin Başûr? Yan nan di Bakur de tune? Madem hûn partîyên Bakur in, madem hûn xwe parêzer û xwedîyê Bakurê Kurdistanê dibînin, madem pir yan hindik tu pirsgirêk û nakokîyên îdeolojîk di navbera we de nemane û hûn tev xwe Kurdistanî dibînin, çima ne em, lê ez û ez? Aha yek ji sedemên ku Kurdên Bakur dengê xwe didin PKK û HDP jî ev e.

Berî hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an, pênc partîyên Kurdistanî hatin ba hev û bi navê Tifaqa Kurdistanî dest bi hevdîtinan kirin. Ev partîyên ku qaşo Kurdistanî ne û dikin nakin di nava xwe de nikarin bibin yek, ji bo berjewendîyên xwe û partîyên xwe, ji bo hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya meclîsa Tirkîyê hatin ba hev û bi HUDA-PAR û HDP re dest bi hevdîtinan kirin. Gelo hûn li şûna piranîya Kurdên Bakur bin, hûnê çi bifikirin? Partîyên û rêxistinên ku di nava xwe de bê îstîqrar û belawela bin, partîyên ku yekûna wan nikaribin pênc hezar Kurd bînin ser hev, partîyên ku hîna wek komelayetîya berî 1980î kar û xebat û siyasetê dikin, wê çawa hêvîyekê bidin Kurdan û Kurdan li dora xwe kom bikin? Ev jî sedemek din e ku Kurdên Bakur xwe li dora PKK û HDP dipêçin.

Werhasilî kelam, hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an xelas bû, dawet ferikî û berbûk hetikî. Gotin “em te nakin serok“ lê Erdogan kirin serok. Gotin “emê demokrasî û bratîya xelkan bînin“ di meclîsê de hejmara partîyên nîjadperest zêdetir kirin. AKP û Erdogan dixwest HDP di bin bendavê de bimîne, nekeve meclîsê da ku piranîya meclîsê bidestxe û baş-xerab hinek gavan bavêje, Kemalîstên CHP û destên veşartî piştgirî dan HDP û ew derbasî meclîsê kirin. Di vir de Erdogan biserket û bû serok, lê bû mehkûmê MHP. Kemalîstên CHP û HDP qezenc kirin û dîsa kumê “Tirkayetî, bratîya xelkan û Tirkîyeyîbûnê“ li serê Kurdan kirin.

Kê wenda kir û kî hetikî?

Dîsa Kurdan wenda kir û Kurd hetikîn.

Kê wenda kir û kî hetikî?

Selahattîn Demîrtaş wenda kir û hetikî.

Peyama Kurd

About The Author