Ma dewlet ji bo Kurdan qebhet e?

Kurdîstan welatekî kolonî, perçebûyî û navneteweyî ye. Ji derveyî beşekî Başûrê Kurdistanê ku vê qanê bi awakî “federal” dijî, neteweyê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî bêpar e.

Weke her neteweyî, neteweyê Kurd jî mafê wî heye ku “qedera xwe bi destê xwe tayin bike” . Ji bo vê yekê jî,  pêkanîna referandûmên demokratîk yên di şert û mercên azad de mafekî herî xwezayî û rewa ye.

Di vî warî de, li gor şert û mercan dikare encam û îhtimalên cihê derkevin holê.
Neteweyê Kurd dikare biryarê bide ku li her beşê Kurdistanê bi dewletên ku niha di bindestên wan de ne, bi awakî otonom û federal bijî, ya jî weke dewletek serbixwe bijî.
Di pêşerojê de, ger bi kêmanî  du dewletên serbixwe yên Kurdistanê bêne avakirin, wê gavê gelê Kurdistanê dîsa bi îradeyek azad û demokratîk dikare ji bo Kurdistanek hevbeş û yekgirtî biryarê bigre. Bê guman ev îhtimal û alternatîf hemû, bi şert û mercên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Dinyayê yên wê demê ve girêdayî ye.

Di vê çarçeweyê de xebat, hewldan û têkoşîna di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê ya Federal birêz Mesûd Barzanî ya ji bo referandûm û avakirina  dewletek serbixwe ya Başûrê Kurdistanê doz û daxwazek gelekî meşrû, xwezayî  û dîrokî ye.

Di vê pêvajoyê de gelek girîng e ku bi taybetî di nav hêz, partî, rêxistin û rewşênbîrên Başûrê Kurdistanê de li ser xetek neteweyî û kurdistanî yekitî û hevahengî hebe. Helwestek weha wê ji bo pêkanîna referandûmek azad û demokratîk û li ser encamê referandûmek weha de roleke erênî û girîng bilîze.

Herweha bi vî awayî, gelê Kurdîstanê dê bikaribe bêtir li hemberî dewlet û hêzên li dijî serxwebûn, mafên neteweyî û demokratîk yên neteweyê Kurd û kurdîstanîyan ne jî raweste; daxwaz, plan û lîstîkên wan stewr bihêle.  Loma, divê di serî de partî, rêxistin û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê; her partî, rêxistin, dezgeh, welatparêz û rewşenbîrên kurdîstanî piştgiriya vê hewldan, xebat û têkoşîna ji bo referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike. Helwest û hevahengîyek weha wê xebat û hewldanên  ji bo piştgirîya navneteweyî jî geştir û xurttir bike.

Lê mixabin, em dibînin ku hinek  hêz, partî û kesên kurd jî li dijî daxwaza referandûm û avakirina dewletek serbixwe ya Kurdîstanê ne. Di rewşek weha de, ev dikare zerarek gelek mezin bide daxwaz û armancek weha rewa, pîroz û dîrokî.

Hinek partî, rêxistin û hevalbendên wan bi awakî eşkere li dîjî avakiran dewletek serbixwe ya Kurdistanê ne. Ango li gor wan “dewlet ji bo ereban, îranîyan û tirkan ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine û bi hêza dewletên xwe Kurdîstan weke kolonî di bin destên xwe digrin adet e, lê dewlet ji bo kurdan qebhet e!” Bê gûman kesên vê yekê diparêzin dikarin kurd bin, lê ne xwedîyê siyasetek kurdistanî ne….

Divê em ji bîr nekin ku “ti tiştek ji bindestî û kolotîyê xwelîlisertir tuneye û herweha ti tiştek ji serxwebûn, azadî û demokrasîyê jî bi rûmettir tuneye!”

Ji bo welatekî serbixwe, gelekî azad û civateke demokratîk divê hemû partî, hêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan hewl bidin ku xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî xurtir bikin û piştgirîya referandumek ji bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Di encamê referandûmek azad û demokratk de gelê Kurdistanê wê bikaribe helwesta xwe ya ji bo serxwebûnê diyar dike. Ev mafekî wî yê herî xwezayî û demokratîk e. Loma jî, divê tu hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li hemberî kês û firsendek weha dîrokî bêdeng û bêhelwest nemînin.

Divê em ji bîr nekin ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê wê bibe pêngavek ji bo serxwebûn û azadîya beşên din yên Kurdistanê. Loma jî teva hemû kil û kêmasiyên xwe û rexneyên rasteqîn, parastina destkeftinên Başûrê Kurdistanê û piştgirîya ji bo referandûm û avakirana dewleteke serbixwe ya Başûrê Kurdistanê wezîfeyeke welatparêzî û netewî ye!

Netewe

About The Author