Îxanet!

 

Şeyhmûs Ozzengîn

Yek ji endamê Meclîsa Netewî a Tevgera Goran bi navê Karwan Haşîm, beşdarî programeke kanelekî Kurdî bû. Karwan Haşîm, di axivtina xwe ya di wê bernamê de li ser îxaneta 16ê Cotmeh a 2017an de karesat û têkilîyên bi dewletên dijminan re hevkar û armanca îxanetê bi şîweyek zelal anî ziman. Helbet armanca Karwan Haşîm ne deşîfrekirina têkilî û hewldarên îxanetê ye. Ji ber ku Tevgera Goran bi xwe jî bi bêdengîya xwe çespandibû ku ew jî hayedarbûn û di nav vê hewlê de bûn.

Binêrin endamê Meclîsa Netewî a tevgera Goran Karwan Haşim çi dibêje:

„Me di 15 Cotmehê de dizanî wê îxaneta 16 Cotmehê pêk were. Dewletên herêmê ku bi YNK re tevdigerîyan, alîkarî ji me jî xwestin. Heger ku me (Tevgera Goran) daxwazên wan pêk bianîya, wê Kurdistan bibûna du perçe û Tevgera Goran li Silêmanîyê dibû partîya desthilatdar. Me pêşniyarên wan qebûl nekir û me kir ku Kurdistan yek perçe bimîne.“(!)

Mehek şûn de salvegera îxaneta 16 Cotmeh a 2017an e. Demek kurt li pêş me hilbijartinên Parlemena Kurdistan heye. Hemû partî û hêz di amadekarî û propaganda yên hilbijartinan de ne. Doza dengan dikin ji nûnerên xwe re.

Başûrê Kurdistan, di şerê li hember DAÎŞ de li ser dirêjaya 1050 km. di sengerên şer de, pir qurban dan. Nêzî du milyon koçber himbêz kir. İraq, Kurdistan xiste bin qeyranek aborî û hikumeta Bexda xwest ku Kurd û Kurdistan bi birçîbûnê terbîye bike. Di vî şerê serkevtî de ji %40 xaka Kurdistan ku li gor madeya 140 li hêvîya referandûmê bû, rizgar kir û bi ser xaka Kurdistan ve girê da. Lê hewla îxanetkar bê ku hesab bide, di şevekê de, bi dijminên Kurd û Kurdistan re têkildar û hevkar, ev ked, ev serkevtin radestî dijminan kir.

Ev karesata îxanetê ji îxanetkaran re ma!

Başûrê Kurdistan; ji bona serxwebûna Kurdistan, di 25.09.2017an de çû referandûmê. Netewa Kurd û Kurdistan bi îradeyek bilind pêşewazî li referandûma serxwebûna Kurdistan kir û ji %92.70 ji serxwebûnê re got “Erê“! Hesabên piçûk, berjewendîyên hizbî û xwedî karesatên xerab ku bi dijminên Kurd û Kurdistan re têkildar, bê ku hurmetê ji îradeya Kurd û Kurdistan re bigirin, ev îrade ya Kurd û Kurdistan binpê kirin!

Gelo di hilbijartinên 30.09.2018an de, Kurdistan, wê bersîva îxanetkaran bide an na? Wê Kurd û Kurdistan xwedî li îrade ya xwe a 25 Îlona 2017an derkeve û bi dengên xwe 16ê Cotmeha 2017an bide cezakirin an na?

Helbet wê bersîva vê pirsê di hilbijartinên 30.09.2018an de derkeve ber me.

Gelo dîroka îxanetê ji kurdan re kengî bidawî tê?

Bersiva vê pirsê li cem min bi qasî vê hevokê kin e.

Kengî ku Kurd bûn xwedî dewlet:

Kengî kurdan dewleta xwe avakir, ew roj cezakirina îxanetê ye ji kurdan re û bidawî bûna îxanetê bi xwe ye jî. Heta ku Kurd nebin xwedî dewlet, îxaneta Kurd bi Kurd re wê her hebe.

Bûyerên ku niha dibin, qolincên bidawîanîna vê dîroka xerab, bênamûs û bê xîret bi xwe ne. Bila Kurd pesnê xwe bi dîroka xwe nedin. Helbet du rûyên vê dîrokê hene. Rûwekî vê dîrokê, Ji bona ku Kurd li ser xaka xwe bibin efendîyên welatê xwe, serhildanên bi rûmet û hêja honandin e. Hêla din a dîroka kurdan, dîroka ji xelkê re sozdar û xizmet, bi kefîltîya xelkê şer û bi xwe re jî xayîn û îxanetkarîyê ye!

Çendîn fêrisên ku vê dîrokê biguherin derketin pêşberî vî miletî. Lê pêşî li wan hat girtin, bi deq û dolabên bi dijminên kurdan re têkildar û îxanetkar, kemîn avêtin pêşîya wan serkêşan û nehiştin ku ev dîrok bêt guhertin. Ev rastîya me ye.

Divê ev dîrok bêt guhertin!

Îro li Başûrê Kurdistan tiştên ku dibin jî, beşek ji vê dîrokê ye.

Ji roja ku şervan û serbazên doza Kurd, agirê rizgarîya Kurdistan lidarxistine û heta îro -200 sale- beşek ji Kurdan li gor stratejîyên dijminên kurdan, di bin emrê dijminan de xebitîne û pêşî li kurdan girtîye.

Ew di nav zevîyên me de gîhayên heşêfê ne û divê Kurd û Kurdistan wan bêbersîv nehêle!

Ji birêz Şêx Ebdulselam Barzanî bigirin, heta îxaneta Kerkûk (16.10.2017) û heta bûyerên ku (18.12.2017) li Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê lidarketin, yek bi yek xizmetê ji dijmin, xizmetê ji îxanetê re dikirin û kar û karesatên pêşîlêgirtina dîroka Kurd a rizgarîya Kurdistan, a serxwebûna Kurdistan bi xwe bû.

Ewên ku berjewendîyên xwe, yên malbatî û hizba xwe ji welatê xwe, ji axa xwe, ji rûmeta xwe mezintir dibînin; ew, wê her di nav çerxa îxanetê de rol bigirin.

Gelo hilbijartinên 30ê Îlonê wê bersîvekê ji îxanetê re derxe an na?

Welatê kurdan dorpêçkirî, jiyan dibin tehdîdan de, dijmin alozîyan dihone di nav mala Kurd e. Hemû destkevtinên miletê me di bin metirsîyek xerab de; hinek derdikevin û ji bona berjewendîyên xwe, ji bona çend bîrên neftê bajaran difroşin. Hinek jî navê “mafê demokrasî”yê(!) li van karesatan dikin(!), dengan ji wan re dixwazin û ji wan re li çepikan dixin. Lê tênagihêjin ku ji îxanetê re li çepikan dixin!

Doza serxwebûna Kurdistanê di ixaneta “siyaseta herêmî a silêmanî“ de fetisîye. Ji siyaseta îxanetkar helwestek Kurd û Kurdistanî dernakeve. Yên ku vê hêvîyê ji “siyaseta herêmî a silêmanî“(!) dikin, kevir li lingên xwe dixin. Hemû hewldanên baskên îxanetkar (di nav tevgera Goran, YNK, Tevgera îslamî Komel û Partîya Azadî), li ser têkçûna helwestek yekpare a kurdistanî-netewî hatîye damezirandin. Ev hewldan bi dijmin re têkildarin û dijminên serxwebûna Kurdistan ne.

Şerê hizbî, bi dijminatîya “PDK û malbata Barzanîyan” dimeşîne. Lê di eslê xwe de neyartîya hest û hêvîyên Kurdistanî dikin û ne yekrêzîya Kurdistan, berjewendîyên İran û desthilatdarîya İraq-Tirkîye li ser Başûrê Kurdistanê diparêzin. Rola wan û karesatên wan ne meşrû ne û divê Kurd û Kurdistan di hilbijartinên 30 Îlonê de pêşî li wan bigire. Dersek dîrokî û birûmet bide van karesatên xirab.

Baskê îxanetê ji pir beşan pêk tê û di navbera van beşan de bi dewletên dijmin û hêzên navdewletî re têkildarin. Beşa bi İraq, beşa bi Îran û beşa bi ser Tirkîye û Sûrîye ve girêdayî; di yek armancê de tevdigerin. Ev beş hemû di helwesta dijîtîya serxwebûn û çûna referandûmê de digihêjtin hev. Eşkere dijî dewletbûnê bûn û xwe beşek ji İraq, siyaseta ereban, tirkan û farisan dibînin. Di daxuyanî û karesatên xwe de bi şîweyek vekirî dixwazin ku tevgera serxwebûnxwaz têk here. Ev daxwaza têkçûnê, daxwaza dijminên kurdan e û lingê îxanetê di nav kurdan de xizmetê ji vê re dike.

Zarokên cahşan, sîxurên dewletên dijmin û berjewendîyên şexsî, hizbî di yek warî de gihîştine hev û bûne agir di nav mala Kurd de. Naxwazin ku dîroka îxanetê bidawî were û ev milet jî wek her miletî li ser axa xwe serbixwe di aramîyê de bijî.

Em ê bişopînin ku Kurd û Kurdistan gihîştîye hesappirsînê an na!

Basnews

About The Author